Jin çûn serdana Nobeta Edaletê: Em ê bi hev re têbikoşîn 2022-02-22 14:49:37   ÎZMÎR - Jinên ku çûn serdana çalakiya Nobeta Edaletê ya Îzmîrê diyar kirin ku heta girtiyên nexweş tên berdan, dê bi hev re têbikoşin.    Ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, malbatên girtiyan li Baroya Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 8’emîn de jî berdewam kir. Îro jî endamên Jin Bi Hev re Bihêz in a Îzmîrê çûn serdana malbatan. Di çalakiyê de malbata dowîzên “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye” rakirin.    EM Ê BI HEV RE TÊBIKOŞÎN   Li ser navê Jin Bi Hev re Bihêz in a Îzmîrê Mehtap Alîşan axivî û xwest ku di serî de Aysel Tugluk, hemû girtî bên berdan. Alîşan, destnîşan kir ku hewceye kesên li derve bibin dengê girtiyan û wiha domand: “Têkoşîna we, têkoşîna me ye. Em bi we re ne. Heta ku hemû girtiyên nexweş tên berdan, em ê li kêleka we têbikoşin.”    'HEKE ZAROKÊN ME AZAD NEBIN...”   Piştre jî li ser navê malbatan Hanim Sever axivî û spasiya mêvanan kir. Sever ji ewil bal kişand ser girîngiya Nobeta Edaletê û got ku ji bo zarokên xwe li dijî bêedaletiyê têdikoşin û wiha pê de çû: “Heta ku zarokên me tên berdan, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Zarokên me kurd in û ji ber ku xwedî li nasnameya xwe derdikevin tên cezakirin. Her ku em daxwaza aştiyê dikin, ew jî tecrîd û zextên xwe zêdetir dikin. Weke dayikan, em zarokên xwe bi tenê nahêlin. Heta ku dawiyek li zilma ser girtiyan tê, em ê li qadan bin. Heta zarokên me azad nebin, em nikarin azad bibin. Lewma jî em azadiya zarokên xwe dixwazin.”    PÎROGLU JÎ ÇÛ SERDANÊ   Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglu jî çû serdana malbatan. Pîroglu di serdanê de anî ziman ku tiştên niha li girtîgehan diqewimin, encama polîtîkaya zextê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di serdemeke ku girtiyên nexweş li girtîgehan dimirin de tu mîsogeriyeke jiyana kesên li derve nîne. Desthilatdarî, bi kirinên xwe yên li girtîgehê re hewl dide gav bi gav wijdana civakê tune bike. Hinek girtîgeh mîna makîneya zilmê dixebitin. Dixwazin Girtîgeha Amedê dîsa zindî bikin. Me gelek caran nerazîbûna xwe nîşan da lê dethilatî guh nade dengê me. Divê em, hem weke partiyê û hem jî weke malbatên girtiyan, dengê xwe bêhtir derxînin.”