‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ paşve dan 2022-02-22 15:51:17   STENBOL - Danişîna 46 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê ku di bin navê “Çapemeniya KCK’ê” de tên darizandin, hate paşvedan.   24’emîn danişîna doza ku ji hêla raya giştî ve weke “Doza Çapemeniya KCK’ê” tê zanîn û 46 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê tê de tên darizandin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin.    Şandeya dadgehê hatibû guhertin lewma di danişînê de zabitên berê hatin xwendin. Di danişînê de parêzerên hinek kesên dihatin darizandin amade bûn û yên din jî hincet nîşan dan. Dozger, di danişînê de mutalaa xwend û xwest ku aliyên kêm ên di dosyayê de bên temamkirin.    Yek ji kesên di dozê de tê darizandin jî Çagdaş Ulus e. Parêzera Ulus, Mehtap Acar Ulus di danişînê de parastin kir û wiha got: “Delîlên derheqê muwekîlê min de hatine berhevkirin. Xuyaye ku dê di dozê de beraet bike. Tu têkiliya wî bi bersûcên din re nîne. Em dixwazin ku dosyeya me bê cudakirin.”    Şandeya dadgehê jî biryar da ku Îsmet Kayhan bi darê zorê bînin dadgehê û daxwaza radestkirina telefonê ya Ravîn Stêrk Yildiz jî bi hinceta komkirina delîlan red kir. Her wiha daxwaza cudakirina dosyaya Çagdaş Ulus jî hat redkirin.  Şandeyê, danişîna dozê ji bo 9’ê hezîranê da paş.