ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2022'YAN 2022-02-23 09:00:29 * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje ku azadiya jinê, îdeala wî û nêrîna wî ya felsefî ye û wiha didomîne: “Meşa herî mafdar, meşa jina azad e û divê heta dawiyê bidome. Jina azad, çawa bixwaze dikare biryara xwe wisa bide.”  * Rehahat Ada ya ku di salên 1990’î de bi zextên dewletê re û bi bêedaletiyê re rûbirû ma îro jî ji bo bira, pismam û bixaltiyê xwe di Nobeda Edaletê de ye û ew dibêje dê deriyên hepsan vekin.    * Koma şanoyê ya GSKM'ê dê di 26'ê Sibatê de bi lîstîka Azîz Nesîn a bi navê "Tu Ne Gara yî" derkeve pêşberî şanohezan. Şanogeran ji bo temaşekirina lîstikê bang li şanohezan kirin.    * Parêzer Emrah Baran, anî ziman ku girtiyê nexweş Mehmet Hanefî Bîlgîn ji ber îhmalkariya îdareya girtîgehê jiyana xwe ji dest daye û di lêpirsînê de hê jî îfadeyên gardiyanên berpirs nehatine girtin.    * Sûltan Azboy, xwişka girtiyê nexweş Siddik Kivanç ê 25 sal in girtiye, diyar kir ku anî ziman ku ger birayê wê careke din jî bi qeyrana dil re rû bi rû bimîne dê jiyana wî hê bêtir ber bi xetereyê ve biçe û xwest birayê wê bê berdan.    *  Jinan destnîşan kir ku sedema tahdeya li jinan tê kirin polîtîkayên desthilata AKP'ê ne û gotin dê bi têkoşîna rêxistinbûyî bersiva êrişan bidin.    * Şûreya Dewletê, biryara îlankirina "qada xeternak" a taxên Gul û Tepebaşi yên navçeya Rişmilê ku ji aliyê Lijneya Wezîran ve hatibû dayîn, bi tevahî betal kir.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 352'yemîn de berdewam bike.    * Danişîna doza rojnamevan Huseyîn Aykol û Reyhan Çapan wê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin.  (10.00)    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ên li Amed, Wan û Îzmîrê dê berdewam bikin. (13.00-16.00)   * Danişîna biryarê ya doza astsubay Yusuf Çalişkan ê Dîlek Kaya kuştibû dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. Xwişka Kaya, Mutlu Kaya û komeleyên jinan dê piştî danişînê li ber edliyê daxuyanî bidin çapemeniyê. (14.30)