Xwest birayê wê yê nexweş ê 25 sal in girtî ye bê berdan 2022-02-23 09:00:52 ÊLIH - Sûltan Azboy, xwişka girtiyê nexweş Siddik Kivanç ê 25 sal in girtiye, diyar kir ku anî ziman ku heke birayê wê careke din jî bi qeyrana dil re rû bi rû bimîne dê jiyana wî hê bêtir ber bi xetereyê ve biçe û xwest birayê wê bê berdan.    Di 5 salên dawî de ji ber şert û mercên girtîgehan ên dijwar û ji ber raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" yên Saziya Tiba Edlî (ATK) 89 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan.    Girtiyên nexweş ên mayî jî her diçe tenduristiya wan xirabtir dibe. Ji van girtiyan yek jê jî Siddik Kivanç (46) e. Kivanç, di 6'ê Tîrmeha 1997'an de hatiye girtin û heya niha du caran qeyrana dil derbas kiriye û her diçe tenduristiya wî xirabtir dibe.    FIKARÊN MALBATÊ   Kivanç, di 25 salên xwe yên girtîgehê de sewqî girtîgeha Mêrdîn, Êlih, Samsûn, Tekirdag, Manîsa û Sêrtê hatiye kirin û 3 sal in jî di Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê de ye. Kivanç, di girtîgehê de rastî gelek binpêkirinên mafan hatiye kirin û 2 caran jî qeyrana dil derbas kiriye. Kivanç ji ber van qeyranan du caran anjiyo bûye.   Malbata wî ji ber tenduristiya wî û jiyana wî bi fikra e.    DI GIRTÎGEHÊ DE NEXWEŞ KET   Xwişka wî Sûltan Azboy, ragihand ku birayê wê tim bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimîne û li ber van binpêkirinan li ber xwe dide. Azboy, destnîşan kir ku birayê wê di girtîgehê de nexweş ketiye û girtîgehê cihê nexweşînan e. Azboy ku xwest birayê wê bê berdan got: "Demeke dirêj hevdîtin qedexe bûn. Ev qedexe rakirin. Lê dema hevdîtinê jî kirin 20 deqe. Birayê min û hevalên xwe ev yek qebûl nekirin. Jixwe çalakiyên wekî sporê hatine betalkirin. Di warê xwendina pirtûkan de bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Li vê girtîgehê jî xwarinên wan nebaş in. Meseleya avê heye."    BERXWEDANA GIRTIYAN   Azboy, bal kişand ser bêdengiya ji bo bipêkirinên mafan ên li girtîgehan jî û got: "Li girtîgehan tahde, îşkence û kuştin heye. Lê civakê bêdeng e. Ger bêdengî tune bûna dê ev zilma û mirin jî tune çênebûna. Di girtîgehan de bi hezaran girtî di şer û mercên zehmet de li ber xwe didin. Ên li derve jî bêdeng in. Ji xeynî Nobeda Edaletê ya li Amed û Wanê kes bertek nîşan nade. Divê girtîgeh bibin rojeva me."