Ji Şûreya Dewletê biryara Rişmilê: Biryara "Qada xeternak" li dijî hiqûqê ye 2022-02-23 09:25:52 MÊRDÎN - Şûreya Dewletê, biryara îlankirina "qada xeternak" a taxên Gul û Tepebaşi yên navçeya Rişmilê ku ji aliyê Lijneya Wezîran ve hatibû dayîn, bi tevahî betal kir.  Di sala 2016'an de li navçeya Rişmil a Mêrdînê, bi biryara Lijneya Wezîran taxên Gul û Tepebaşi yên navçeyê weke "Qada xeternak" hatin îlankirin. Piştî vê biryarê her du tax ji aliyê Şaredariya Rişmilê ya AKP'î û Îdareya Avahiyên Komî (TOKÎ) ya girêdayî Wezareta Avhewa, Bajarvanî û Hawirdorê ve weke "Veguherîna Bajar" hat îlankirin. Niştecihên her du taxan li dijî vê derketibûn û doz vekiribûn. Di doza niştecihên taxê vekiribûn de biryar deket. Lijneya Daîreyên Dozên Îdarî ya Şûreya Dewletê, di dîroka Tirkiyeyê de cara yekemîn biryara "qada xeternak" ku ji aliyê Lijneya Wezîran ve hatiye girtin bi tevahî betal kir.    184 HEZAR AVAHÎ BI AVAHIYEKÊ HATINE NIRXANDIN   Di biryara mînak a Şûreya Dewletê de hatiye diyarkirin ku nirxandina li ser avahiyan li şûna şertên tespîtkirina avahiyên xeternak li gorî şertên avahiyên ku li herêmên erdhejê bên çêkirin hatiye kirin, nirxandina xeternakbûna avahiyan di rapora teknîkî de cih negirtine, nirxandina li ser 184 hezar avahiyan li ser avahiyek hatiye kirin û ev jî ji bo nirxandina tevahiya herêmê nê têrker e. Di biryarê de hatiye destnîşankirin ku li gorî mijarê nirxandineke teknîkî nehatiye kirin, li gorî çavdêriyê hatiye tespîtkirin ku avahî bi xeter in û hejmara avahiyên tevlîhev bi awayekî zelal nehatiye diyarkirin û ji ber vê rapora teknîkî kêm e û li dijî hiqûqê ye.   MAL BI ZORÊ HATIBÛN HILWEŞANDIN   Di meha çileyê ya sala 2021'an de li taxa Gul û Tepebaşiyê bêyî riza xwediyên wan bi zorê hilweşandina avahiyan hatibû destpêkirin. Dema ku xwediyên avahiyan li dijî hilweşandinê derketibûn bi polisê çevîk bi zorê mal hatibûn valakirin. Welatiyên ku ji malê xwe derneketibûn jî ceyran û avên wan hatibûn birîn. Polisan welatiyan bi zorê ji malên wan derxistibûn li wan dabûn û ew binçav kiribûn. Şaredarê Rişmilê yê AKP'î Hayrettîn Demîr, di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de angaşt kiribû ku wan û xwediyên avahiyan li hev kirine, lê niştecihên taxan wî derewandibûn û gotibûn ku ew peymanê qebûl nakin.    WEZARETÊ BEYÎ PROJE ÎHALE VEKIRIBÛ   Dema ku li navçeyê ev tişt pêk dihatin projeya ku ji bo her du taxan hatibû amadekirin bi hinceta ku "ne li gorî dîrok û avahîsazîbûna navçeyê ye" hatibû redkirin. Bêyî ku pêvajoya projeya ji nû ve hatibû destpêkirin bê temamkirin li navçeyê piraniya avahiyan hatibûn hilweşandin. Wezareta Avhewa, Bajarvanî û Hawirdorê, li ser pêşnûmepirseke Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, li xwe mikûr hatibû ku proje tune ye. Lê rexmî ku proje tune bû jî wezaretê bi TOKÎ'yê li her du taxan ji bo 175 mal, 6 dikan, binesazî û sererastkirina hawirdorê îhale ragihandibû.     MA / Ahmet Kanbal