Qeyûm 10 roj in pirsgirêka avê çareser nake 2022-02-23 11:45:27   MÊRDÎN - Tevî ku hat diyarkirin arizaya şebekeya ava vexwarinê ya navçeyên Qoser û Artûklûyê hatiye çareserkirin jî 10 roj in av nayê dayîn.    Li navçeyên Qoser û Artûklû yên Mêrdînê ji 14’ê Sibatê û vir ve ji ber arizaya xeta îsaleyê ya ava vexwarinê bê av in. Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSÛ) ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, duh diyar kiribû ku ariza hatiye çareserkirin û dane êvarî ava vexwarinê bigihêje her kesê. Tevî daxuyaniya hatibû dayîn jî hêj av nehatiye dayîn.    Welatiyan bi xelasbûna ava vexwarinê ya depoyên li ser banê xaniyan re, ji tankeran avê digirin. Hin welatî jî li ber kaniyan ketin dora avê. Ji MARSÛ’yê hêj tu daxuyanî nehatin dayîn.