Çînê bertek nîşanî danekirinên li dijî Rûsyayê da 2022-02-23 13:58:10   ENQERE - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Hua Chunying, diyar kir ku danekirinên welatên rojavahî yên li dijî Rûsyayê ne rêya bibandor a çareseriyê ye.    Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Hua Chunying, bersiv da danekirinên welatên rojavayî, ku ji ber biryara wê ya naskirina serxwebûna herêmên xweser ên Ûkraynayê û şandina leşkeran a van herêman, li dijî Rûsyayê îlan kir. Li ser pirsa rojnamegeran a ku wê Çîn li gorî danekirinan tevbigere ya na jî Hua ev bersiv da: "Diyar e ku hûn derbarê polîtîkaya hikûmeta Çînê de hûn xwedî feraseteke bingehîn in. Em timik li dijî danekirinên derveyî qanûnan ên yekalî ne. Danekirinên ne rêya bibandor a çareserkirina pirsgirêkan e."   BANGA DIYALOXÊ   Di berdewamê de Hua, banga diyaloxê li aliyan kir û got ku divê pirsgirêk bi rêya diyalox û muzekereyan bên çareserkirin.