YDG: Em agahiyê ji endama xwe nagirin 2022-02-23 13:22:41   ÎZMÎR - YDG’ê, diyar kir ku ji endama xwe Ceren Agaç a 17 salî ku piştî hat binçavkirin agahiyê jê nagirin û pirs kirin ku Agaç li ku derê ye?   Ciwanên Demokrat ên Nû (YDG), têkildarî endama xwe ya 17 salî Ceren Agaç a di 21’ê Sibatê de hatibû binçavkirin, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xist. Endama YDG’ê Yûdûm Kiliç a di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku hevalên wan ên têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bang kirin ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatin binçavkirin û di pêvajoya binçavkirinê de îşkenceya psîkolojîk li wan kirin.    MALBAT Û POLÎSAN LI HEV KIR   Kiliç, da zanîn ku du hevalên wan ên jin ku hatibûn binçavkirin piştî kirariyên qereqolê hatin berdan û wiha got: “Lê Ceran Agaç a 17 salî biribûn şaxa zarokan. Ji ber ji 18 saliyê biçûktir e dema malbata wê hat jê re gotine wê bê berdan lê bi hevkariya malbat û polîsan ne ji parêzeran re ne jî ji hevalên me re tu agahî nehatiye dayîn. Tevî hemû hewldanan derbarê rewşa hevala me de agahî bidestxistin hatiye astengkirin. Ji ber vê yekê aqûbeta aktîvîsta me Agaç nayê zanîn. Em ê tevî hemû hewldanên we yên zext û astengkirinê têkoşîna jinan bilind bikin. Em careke din dipirsin hevala me Ceren Agaç li ku ye?”