Malbata Dokû li pêş Wezareta Dadê asteng kirin 2022-02-23 14:25:38   ENQERE - Polîsan malbata Gulîstan Dokû ya xwest bi Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag re hevdîtinê bike, asteng kirin.    Malbata Gulîstan Dokû ya li Dersimê ji 5’ê Çileya 2020’an ve winda ye, ji duh ve li Enqereyê hin hevdîtin kirin. Malbat îro jî ji Meclîsê derket û hat li pêş Wezareta Dadê daxuyanî da.    Malbatê pişt re xwest ku bi Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag re biaxivin. Di nava polîsên ku gotin Wezareta Dadê “ne mûsaît e” û malbatê de alozî derket. Polîsan xwest ku malbata Dokû ji pêş Wezareta Dadê dûr bêxin. Malbatê bertek nîşanî vê rewşê da.    Polîsan bavê Gulîstan Doku Halît Dokû bi darê zorê li wesayîtê siwar kirin.    POLÎSAN DER ZINCÎR KIRIN   Polîsan deriyê Wezareta Dadê ya ji bo ketina welatiyan zincîrkirin. Dayik Bedriye Dokû jî got ku heta bi Wezareta Dadê re hevdîtinê nekin ji wir naçe û li pêş deriyê zincîrkirî sekini. Polîsan mudaxileyî Bedriye Dokû ya li pêş derî disekinî kirin.