Polîsan mudaxileyî malbata Dokû kirin 2022-02-23 14:50:56   ENQERE - Polîsan mudaxileyî malbata Dokû ya li pêş Wezareta Dadê rûniştibû kirin.    Malbata xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû ya li Dersimê ji 5’ê Çileya 2020’an ve winda ye, daxwaza hevdîtinê ji Wezareta Dadê kirin. Daxwaza malbatê kir, bi hêceta Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag “ne musaît e” nehatibû qebûlkirin. Li ser vê yekê malbat bi wêneyên Gulistan Dokû li pêş Wezareta Dadê nobet girt, polîsan jî li ser vê yekê mudaxileyî malbatê kir.    Polîsan dayik, bav û xwişka Gulistan Dokû li wesayîta binçavkirinê siwarkirin. Nehat zanîn ku malbat birin ku derê.