Şaredarê AKP'î li şûna malan mizginiya mînareyan da 2022-02-23 16:54:48 MÊRDÎN - Şaredarê Rişmilê Hayrettîn Demîr ku piştî biryara redkirina "qada xeternak" a taxên Gul û Tepebaşi yên navçeyê ji aliyê Şûreya Dewletê ve hatin redkirin çû Enqerê, sozê avakirina du minareyan da xelqê bi zorê mala wan hilweşand.    Di sala 2016'an de li navçeya Rişmil a Mêrdînê, bi biryara Lijneya Wezîran taxên Gul û Tepebaşi yên navçeyê weke "Qada xeternak" hatin îlankirin. Piştî vê biryarê her du tax ji aliyê Şaredariya Rişmilê ya AKP'î û Îdareya Avahiyên Komî (TOKÎ) ya girêdayî Wezareta Avhewa, Bajarvanî û Hawirdorê ve weke "Veguherîna Bajar" hat îlankirin. Niştecihên her du taxan li dijî vê derketibûn û doz vekiribûn. Lijneya Daîreyên Dozên Îdarî ya Şûreya Dewletê, biryara "qada xeternak" ku ji aliyê Lijneya Wezîran ve hatibû girtin bi tevahî betal kir.    MIZGINIYA MINAREYAN!   Li ser vê biryarê Şaredarê Rişmilê Hayrettîn Demîr, li ser hesabê xwe yê facebookê derbarê mijarê de daxuyanî da û biryara Şûreya Dewletê li dijî hiqûqê dît û ev tişt got: "Dostên ezîz dîsa hin kes hin tiştan dibêjin. Em li karê xwe dinêrin. Wê di demeke nêz de asasê vî bajarî careke din bê avêtin. Peymana me ya bi birayên me re di ser şaredarî û wezaretê de didome û wê bidome. Demîr, ragihand ku wê îro saet 15'00'an de daxuyanî bide. Lê Demîrê ku dihat payîn saet di 15.00'an de daxuyanî bide derket holê ku çûye Enqerê. Li Enqerê,  Demîr wêneyê xwe yê hevdîtina bi Serokê Îdareya Avahiyên Komî (TOKÎ) Omer Bûlût re parve kir û li şûna avakirina malan weke "mizgînî" ragihand ku hejmara 2 minareyên mizgefta ku ji aliyê TOKÎ'yê ve tê çêkirin derxistin 4'an.    Daxuyaniya ku Demîr ragihand wê saet di 15.00'an de bide jî hê jî nehatiye dayîn.