Malbata Dokû ya hat berdan cardin diçe ber wezaretê 2022-02-23 17:25:00     ENQERE – Malbata Dokû ya hatibû binçavkirin, piştî hat berdan cardin diçe ber Wezareta Dadê.    Malbata xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ya ji 5'ê Çileya 2020'an ve winda ye, ji bo aqûbeta Dokûyê çûbû Enqereyê. Dê Bedriye, bav Halît û xwişk Aygul Dokû piştî hevdîtina bi partiyên siyasî re xwestibûn hevdîtinê bi Wezîrê Dadê Bekir Bozdag re bikin. Lê deriyê wezaretê li ser wan hatibû zincîrkirin. Malbata Dokûyê jî li ber deriyê wezaretê sekinîbû. Paşê polîsan ew bi erdê ve kaş kiribûn û binçav kiribûn.   CARDIN DIÇIN BER WEZARETÊ   Ferdên malbata Dokûyê piştî kontrola li Nexweşxaneya Dewletê ya Fatîhê, hatin berdan. Aygul Dokû ku me bi rêya telefonê xwe gihand wê, got: "Me li nexweşxaneyê berdan. Niha em cardin diçin ber Wezareta Dadê."