Barkin ê ku li Cizîrê bi qasî 4 milyonan gendelî kir: Me pere li hev parî kir 2022-02-24 09:06:09 ŞIRNEX - Serokê Komeleya Mîllî Beka Hareketiyê yên şaxên Şirnexê û Cizîrê Halît Barkin, destnîşan kir ku di gendelîya bi qasî 4 milyon TL'yî de ew ne bi tenê bûye û xwe bi "Tifaqa Cumhûrê" parast.  Serokê Komeleya Mîllî Beka Hareketiyê yên şaxên Şirnexê û Cizîrê Halît Barkin ê nêzî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, gendelî kiribû û di vê gendeliyê de bi qasî 4 milyon TL çirpandibû. Hurgûliyên nû yên vê gendeliyê derketin holê.   Barkin ku duh na pêr ji ber vê gendeliyê hatibû girtin, di îfadeya xwe de destnîşan kiriye ku wî ev gendelî tevî Serokê Herêma Anatolyaya Başûrrojhilatê û Serokê Şaxa Bedlîsê Erkan Beybîroglû kiriye.    4 MILYON TL   Barkin, di îfadeya xwe de diyar kiriye ku li Cizîrê ji 17 kesan 4 milyon TL pere berhev kirine. Ji vî pereyî 400 hezar TL jê wî ji xwe re wergirtiye û yê mayîn jî di nav Erkan Beybîroglû, Haci Akyel û Nîmet Aşan de hatiye payêkirin.    Barkin, di îfadeya xwe de gotiye: "Erkan Beybîroglû serokê Herêma Anatolyaya Başûrrojhilatê ya komeleyên me ye. Ev kes, 3 rojan carekê dihat Cizîrê û serdana komeleyên me dikir û ew kontrol dikirin. Beriya niha bi 9 mehan, gava Beybîroglû ji bo kontrolkirinê hat komeleya me, pirsa dahata komeleya me kir. Min jî jê re got, ji xeynî aîdatên komeleyê tu dahateke komeleyê tune ye. Bi me de xeyidî û got, 'ev çi kar e, hûn çawa debara xwe dikin û vê komeleyê îdare dikin. Li Şirnexê destê min digihê her derî. Ez tevli îhaleyan dibim û ji bo komeleyê dahatekê çêdikim.'"   'NAVBERA MIN Û WEZÎRÊ KARÊN NAVXWEYÎ PIR BAŞ E'   Barkin, di îfadeya xwe de gotiye Beybîroglû jê re gotiye "Navbera me û Wezareta Karên Navxweyî û meqama dewletê pir baş e. Em karên îhaleyê bi vî awayî li ser navê komeleyê dikin. Ez ê ji bo vê aliyê we jî bikim, ji bo hûn karibin tevli îhaleyên dewletê bibin û dahatekê ji komeleyê re çêbikin. Ez van karan dişopînim. Li Şaredariya Şirnexê îhaleya konteyneran heye, bi qasî 80 hezar TL'yî ye. Em ê akribin tevlê bibin ji bo dahata komeleyê.' Me jî jêr e got pereyê me tune ye. Wî jî got dê hin kesan têxe dewrê û bi vî awayî pereyan eyar bike."    Barkin, di îfadeya xwe de destnîşan kiriye ku ji bo îhaleyê ew qas pereyê wan tune bûye û ji bo vê fikirîne pereyan ji hin kesan bistînin û tevli îhaleyê bibin. Barkin gotiye: "Paşê ez, Nîmet Aşan, Haci Akyel û Mehmet Yavûz em fikirîn ku em ê tevlê bibin û pereyê jê bê em ê di nav xwe de payê bikin. Gava me ev biryar girt Erkan Beybîroglû jî li komeleyê bû, lê ji ber ku serokê herêmê bû got wê îmzeya xwe daneyne bin vê biryarê û deftera biryarê îmze nekir."    Barkin, di îfadeya xwe de aniye ziman ku ji ber ku nikaribûne 80 hezar TL'yê deyn kirine bidin, ji kesekî din 70 hezar TL  pere bi beranberî 180 hezar TL'yî deyn kirine û ji ber ku nikaribûne deynê nû bidin telefon Erkan Beybîroglû kirine û gotiye: "Wî jî got, 'Şaredariya Şirnexê karkerên paqijiyê digire, ûn dikarin bi beranberiya 30 hezar TL'yî kesan têxin vî karî.' Ji bo vê 8 kesên ku navên wan nayên bîra min ên merivê Abdûrrahman C. û Fettah A. eyar kirin. Ev kes ji bo têkevin kar hatin komeleya me û her yek ji wan 30 hezar TL pere dan. Bi giştî 240 hezar TL hat berhevkirin. Ji vî pereyî 36 hezar TL ji min re ket, 64 ehzar TL ji Erkan Beybîroglû û 140 hezar TL jî ji Abdûrrahman û Fettah re ket."    Her wiha Barkin di îfadeya xwe de bilêv kiriye ku ji bo kar bikin ji endamê damezrîner ê komeleyê Mehmet Yavûz jî 200 hezar TL pere stendine.    Barkin, di îfadeya xwe de destnîşan kiriye ku piştî nikaribûne deynê xwe bidin deşîfre bûne û got: "Min telefonî Erkan Beybîroglû kir û min jê re got, ez ê xwe bikujim. Wî jî got, 'nebî nebî tu tiştekî wiha bikî.' Got, heke bivê wê ji navenda giştî pereyan bixwazin. Bi me re eleqedar bû. Li Cizîrê her kes pê hesiya ku ew kesan dixapîne. Cabbar Badûr ji serokatiya komeleyê îstifa kir û aşkere bû ku rewş xirab bûye. Di vê pêvajoyê de me jî ji mirovan pere xwestin û peyman çêkirin ku em ê îhaleyan çêbikin. Me ev pêvajo bi qasî mehekê du mehan wisa bir. Ev peyman ne li cem min in. Bi kesên ku me pere jiw an stendin re ne. Paşê her kes fêm kir ku ev derew e û hatin komeleyê. Doza pereyê xwe kirin."    Barkin gotiye: "Fettah A. û Abdûrrahman C. bi pereyê ku me ji kesên dê di şaredariyê de bixebitin stendin, wesayîteke bi plakeya 06 CEV 233 stendin."    Barkin, di îfadeya xwe de destnîşan kiriye ku Komeleya Mîllî Bekayê piştgiriya Tifaqa Cumhûrê dike û gotiye: "Wekî Serokê Komeleya Mîllî Bekayê ya Şaxa Cizîrê min belge îmze kirin. Me li Cizîrê ji 17 kesan 4 milyon TL pere berhev kir. Ji vî pereyî 400 ehzar jê paya min ket, ê mayî jî Erkan, Haci û Nîmet wergirtin."    Her wiha Barkin di îafdeya xwe de ji bo wêneyê xwe yê bi Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû re jî gotiye, ne sixte ye.    Barkin duh na pêr ji aliyê Dadgeriya Ceza yê Sulhê ya Cizîrê ji ber sûcê gendeliyê hat girtin.