Dibe ku partiyên nû beşdarî têkoşîna hevpar bibin 2022-02-24 10:12:37 ENQERE - Partiyên çep û sosyalîst li ser banga HDP cara duyemîn dê di 26'ê sibatê de bicivin. Di civînê de wê rê û rêbazên hevpariya têkoşînê û aliyên ku daxwaza tevlibûna pêkhateyên nû dikin bên nîqaşkirin.    Li ser banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê roja şemiyê di 26’ê sibatê de serok û nûnerên Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiyê ya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Halkevlerî û Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) li Enqereyê bicivin.    Li ser banga HDP’ê civîna ewilî a li gel van partiyan û saziyan di 18’ê çile de pêk hatibû. Ev civîna dê pêk were jî berdewama civîna ewil e ku dê bibe civîna duyemîn. Dê hevserokên giştî, serokên giştî û hevberdevkên van partiyan beşdarî civînê bibin.    BANGA HEVPARIYA TÊKOŞÎNÊ HAT KIRIN    Di vexwendnameya ku ji aliyê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ve hat îmzekirin de banga ji bo diyarkirina rê û rêbazên pêkanîna biryarên di xala hevpar a têkoşînê de hatine girtin, civîna duyemîn hat kirin.    AVAKIRINA SEKRETERYAYÊ DI ROJEVÊ DE YE    Di civîna duyemîn a ku li Enqereyê dê bê lidarxistin de, dê rê û rêbazên têkoşîna hevpar û avakirina sekreterya ango rêxistinkirina koordînasyonek ava bibe bê axaftin.    TÊ PAYÎN KU PÊKHATEYÊN NÛ BEŞDARÎ TÊKOŞÎNA HEVPAR BIBIN    Di civîna berê de hatibû destnîşankirin ku dê hevpariya têkoşînê bo berfireh bibe xebat bên kirin. Di vê çarçoveyê de wê di heman civînê de nirxandina partî û rêxistinên ku daxwaza tevlîbûna hevpar a têkoşînê dikin jî bê kirin.    BIRYAR HATIBÛ GIRTIN KU HEVDÎTINÊN BIRÊKÛPÊK BIDOMIN    Di 18’ê çile de civîna ewil a TKP jî di nav de bi beşdariya 8 partiyan civîn hatibû lidarxistin. Daxuyaniya hevpar a bi îmzeya 8 partiyan hatibû weşandin wiha bû:    "Pirsgirêkên civakî, aborî û siyasî yên Tirkiyeyê wekî guloka berfê mezin dibin. Polîtîkayên kedxwarî, talan û cihêkariyê yên îqtidarê dibin sedema xizanbûna hemû gelan û talankirina xwezayê. Xelasiya ji vê yekê zeximkirina hêviyê û yekîtiyeke xurt e. Ev yek dikare pêşî li ber rejîma çewisîner bigire û pêşî li ber guherîn û veguherîneke demokratîk veke. Lewma em wisa bawer dikin ku hêzên demokratîk, çep, sosyalîst û şoreşger ên Tirkiyeyê divê li dor têkoşîneke berfireh kom bibin.    Di vê çarçoveyê de, em partiyên siyasî yên li jêr îmzeya wan hene piştî bangawaziya HDP'ê ya 18'ê Çileya 2022'yan li hev kom bûn. Em biryarên vê civînê bi raya giştî re parve dikin:    * Me biryar girt ku em têkoşîna hevpar bidomînin, zemînên têkoşînê zêde û xurt bikin,    * Mijarên têkoşîna hevpar diyar bikin û wan pêk bînin,    * Me biryar girt ku em qîma xwe bi beşdarbûna heyî neynin, berevajî wê divê têkoşîna hevpar berfirehtir û zeximtir bikin û hemû hêzên çepgir, sosyalîst û şoreşger daxilî nav bikin.    * Em ê bi tevahiya bindest, mexdûr, kedkar, jin, ciwan û hawirdorparêzan ên Tirkiyeyê re rê û rêbazên welatîbûnek li ser asasên demokrasî û wekheviyê û têkoşîna hevpar nîqaş bikin. Em hêzên demokratîk, çepgir, sosyalîst û şoreşger bibiryar in ku berpirsiyariya civakî ya dikeve ser milê me pêk bînin.   Bi piştevanî, têkoşîn û hêviyê..."    Tevî ku di civîna ewil de hat destnîşankirin ku wê civînek din bê lidarxistin jî TKP diyar kir ku ew ji pênaseya “tifaqa demokrasiyê” aciz e û biryar girtiye ku dê beşdarî civîna 2’yemîn nebe.    MA / Bêrîvan Altan