Zelenskiy ji Ewropayê daxwaza girtina qada hewayî kir 2022-02-24 11:56:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokdewletê Ûkraynayê Vladîmîr Zelenskiy, bang li welatên Ewropayê kir ku qada hewayî li Rûsyayê bigirin.  Serokdewletê Ûkraynayê Vladîmîr Zelenskiy, li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyand ku bi Serokê Amerîkayê Joe Bîden, Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson jî di nav de bi serokên welatên Ewropayê re hevdîtin kiriye û banga avakirina "koalîsyoneke dijî Pûtîn" li wan kiriye. Her wiha Zelensky, banga girtina qada hewayî li welatên Ewropayê kir.