Wê li benda îfadeyê rojnamegerên îngilîz bê sekinandin 2022-02-24 12:08:33 AMED - Di darizandina rojnamegerên îngilîz de wê li benda îfadeyê wan ê di 5'ê çileyê de dane meqamên Îngilistanê bê sekinandin.    Di sala 2016'an de nûçegihanên Vice News Jacop Philip John Gingell Hanrahan û Philip John Pendlebury, wergêrê wan Mohammed İsmael Rasool û ajokarê wan Abdûrrahman Dîrekçî, li Amedê hatibûn binçavkirin û girtin. Piştî demekê hatibûn berdan. 13'emîn danişîna doza darizandina wan li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat berdewamkirin û parêzerên wan li danişînê amade bûn.    Sûcdariyên mîna "Bi dixwazî piştgirî û endamtiya rêxistinê" , "Muxalefeta qanûna astengkirina fînansekirina terorîzmê" û "Propagandaya rêxistinê" li rojnamegeran tên kirin.    WÊ LI BENDA ÎFADEYÊ WAN BÊ SEKINANDIN   Parêzerên rojnamegerên îngilîz, ragihandin ku îfadeyên muwekîlên wan di 5'ê çileyê de ji aliyê meqamên Îngilistanê ve hatiye girtin û xwestin ku ji bo îfadeyê li benda îfadeyê muwekilê wan bê sekinandin.    Piştî ku dozger jî bi vî awayî mutalaa da heyeta dadgehê biryar da ku li benda îfadeyên rojnamegeran ên di 5'ê çileyê de dane meqamên Îngilistanê bê sekinandin û danişînê taloqî 26'ê gulanê kir.