EÎHD: Bila Tirkiye helwesteke li dijî şer bigire 2022-02-24 13:08:04 ENQERE - EÎHD'ê bertek nîşanî êrişa Rûsyayê ya li dijî Ûkraynayê da û bang li Tirkiyeyê kir ku helwesteke li dijî şer bigire.  Komeleya Mafê Mirovan a Gerdûnî (EÎHD), derbarê êrişa ku Rûsyayê li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî bi îmzeya Serokê EÎHD'ê Alî Haydar Çelebî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku weke armanca wan a damezrandinê ew li herêm, welat û dinyayê şer nexwazin û ji Tirkiyeyê hat xwestin ku helwesteke li dijî şer bigire.    Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku birina demokrasî, azadî û serxwebûna aborî ya hincetên şer di kîşan şertî de dibe bila bibe dereweke mezin e.