Li Rihayê jinek hat kuştin 2022-02-24 14:57:12   RIHA - Li Rihayê, kesê bi navê Î.H. Badîllî, dayika xwe Hanîfe Badîllî (76) kuşt û bavê xwe jî birîndar kir.    Li gundê Akpiyar ê navçeya Karakopruyê ya Rihayê kesê bi navê Î.H. Badîllî, dayika xwe Hanîfe Badîllî (76) kuşt û bavê xwe jî birîndar kir. Hat hînbûn ku Î.H. ji ber sedemeke ne diyar bi dayik û bavê xwe re nîqaş kiriye û êrişî wan kiriye. Piştî êrişê tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û cenazeyê Hanîfe Badîllî û hevjînê wê yê birîndar Emîn Badîllî rakirin nexweşxaneyê. Faîl Î.H. ku hat angaştkirin hişbirê bi kar tîne ji cihê bûyerê reviyaye.