Girtiyên ku li dijî ‘lêgerîna nava dev’ derdikevin nayên tedawîkirin 2022-02-24 15:30:59   EDENE - Gelek girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê ji ber sepana “lêgerîna nava dev” a ji aliyê cendirmeyan ve hatiye sepandin qebûl nakin, tedawiya wan nayê kirin.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Edeneyê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa F’yê kir rapor. Komîsyonê raporê eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku li girtîgehê ji tebaxa 2021’an ve sepana “lêgerîna nava dev” ji aliyê cendirmeyan ve ketiye meriyetê û di dema girtiyan sewqî nexweşxaneyê dikin ji aliyê personelên cendirmeyan ve pêk tê. Di raporê de hat zanîn ku girtî dixwazin sepan li gorî mevzuatê were kirin û cendirme di girtekan de bi şiklê “lêgerînê qebûl nakin” tê nivîsandin û sewqên nexweşxeyan nayên kirin.    WAN NABIN NEXWEŞXANEYÊ    Di raporê de hat destnîşan kirin ku li Girtîgeha Kurkçulerê bi 9 girtiyan re hevdîtin hatiye kirin. Girtî Fatîh Ozgur Aydin ê ji nexweşîna roviyan a kronîk pê re heye tedawiya wî nayê kirin û ji ber vê jî gelek nexweş e û ji ber leşkeran sepana “lêgerîna nava dev” dîroka çûna bijîşk diyar kiriye nikare biçe kontrola xwe. Aydin gotiye ku girtî Ercan Yildiz jî nexweş e û nexweşînên wek çolyak û dil pê re hene. Her wiha girtî Îbrahîm Algan jî ji ji mîde û çavê xwe nexweş e. Umît Gunduz Altun jî nexweşînên wek çemr û diranan pê re heye û ji ber vê sepanê nikarin biçin nexweşxaneyê.    DI PIŞTA WÎ DE PARÇEYÊN ŞARAPNELÊ HENE    Di raporê de cih dane nêrîna girtî Ahmet Kopkaya jî û diyar kiriye ku di pişta wî de parçeyên şarapnele hene û demek dirêj e ji ber van şarapnelan êşê dikişîne û tedawiya wî nayê kirin.    SEPAN DI MEHÊN DAWÎ DE GIRAN BÛYE    Girtî Îsmaîl Tuzun jî diyar kiriye ku sepana “lêgerîna nava dev” di pênc mehên dawî de girantir bûye û tevî ku ew nexweş e jî ji ber vê sepanê nikare biçe nexweşxaneyê tedawiyê bibîne. Girtî Hasan Akman jî aniye ziman ku ew jî ji ber heman sepanê nikare biçe nexweşxaneyê tedawî bibîne û heke ew neyê tedawîkirin dê rê li ber penceşêra dev vebike.    GIRTÎ DIXWAZIN TEDAWIYA WAN BÊ KIRIN   Di beşa dawî ya raporê de cih dane daxwazên girtiyan û girtî dixwazin astengî û sepanên li pêşiya tedawiya wan bên rakirin û demildest sewqî nexweşxaneyan werin kirin û tedawiya wan bê kirin.