HDP: Derî li şer vebû 2022-02-24 15:31:24   ENQERE - MYK'a HDP'ê, diyar kir ku gengeşiya ji sala 2014'an ve di navbera Rûsya û Ûkraynayê de berdewam dike, bi geşedanên nû re derî li şerekî mezin vekiriye û ev tişt got: "Tiştên li Ûkraynayê pêk tên asta herî bilind a şerê serweriyê yê di navbera NATO û Rûsyayê ye."   Lijneya Birêvebirina Navendî ya HDP'ê, derbarê şerê ku di navbera Rûsya û Ûkraynayê de dest pê kir de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de ji ber binpêkirina hiqûqa navneteweyî şerê ku ji aliyê Rûsyayê ve hat destpêkirin hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku tiştên li Ûkraynayê pêk tên asta herî bilind a şerê serweriyê yê di navbera NATO û Rûsyayê ye. Hat diyarkirin ku gengeşiya ji sala 2014'an ve di navbera Rûsya û Ûkraynayê de berdewam dike, bi geşedanên nû re derî li şerekî mezin vekiriye.    Di berdewama daxuyaniya xwe de HDP'ê xwest ku li gorî Peymana Minskê bê tevgerandin û bang li Rûsyayê kir ku şer rawestîne û rêyên muzakereyan vebike. HDP'ê bang li hikûmeta Ûkraynayê jî kir ku dev ji bilindkirina gengeşiya di navbera her du bloqan de berde û em piştgirî didinê ku bi Rûsyayê re bikeve têkiliyê.    HDP'ê, ji bo parastina sivîlan û pêşîgirtina trajediyên mirovî di serî de Neteweyên Yekbûyî û AGÎT bang li saziyên navneteweyî kir û ji AKP'ê jî xwest ku li gorî Peymana Montroyê ya Tengavan tevbigere.