Roja hilbijartina parlementoyê ya Herêma Kurdistanê diyar bû 2022-02-24 22:00:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Dîroka hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistana Federe diyar bûn. Hat ragihandin ku dê hilbijartin di 1'ê Cotmeha 2022'yan de bê kirin.    Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçirvan Barzanî dîroka hilbijartina heyama şeşmîn a Parlementoya Herêma Kurdistanê ragihand û biryarnameya ji bo hilbijartinê îmze kir. Li gor biryarnameyê dê hilbijartin di 1'ê Cotmeha 2022'yan de bê lidarxistin.    Di biryarnameyê de biryara ji bo dîroka hilbijartinê bi vî awayî hat ragihandin: “Li gor yasaya hejmar 1 a sala 2005, yasaya Serokatiya Herêma Kurdistan-Iraq, roja 01/10/2022 wek roja pêkanîna xula şeşemîn a hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hatiye destnîşankirin.”   Dema hikûmeta heyî ya Herêma Kurdistana Federe dê di 11'ê Hezîrana 2022'yan de bi dawî bibe. Ger alîgir li hev bikin, divê Komîsyona Hilbijartina Bilind û Refarndûmê ya Serbixwe ya Herêma Kurdistana Federe herî kêm 6 meh beriya hilbijartinê dest bi amadekiriyên hilbijartinê bike.    Her wiha hêjayî gotinê ye ku li herêmê hê jî aliyên siyasî di warê guherandina qanûna hilbijartinê de li hev nekirine û biryara ji bo hilbijartinê jî di demeke wisa de hat girtin. PDK, bi vî awayî dixwaze di tûra ewil a hilbijartinê de bi ser bikeve û kotaya kursiyên parlementoyê wekî berê bimîne. Lê belê hêzên siyasî jî doza guherandina qanûna hilbijartinê dikin.