ROJEVA 25'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-25 09:00:34 *Jinên ku li dijî polîtîkayên şer ên netewe dewletan xwebirêxistinkirinê esas digirin, di çarçoveya tifaqa jinan a kûrewî de dixwazin di 8’ê Adarê de Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Efrîqeya Bakur û Rojhilata Navîn ragihînin. Seroka Komeleya Jinan a Lubnanê Bûşra Elî got ku bi tifaqa jinan re dê şoreşeke demokrasiyê bê kirin.  * Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Şirnexê bertek nîşanî hevdîtina Neçîrvan Barzanî ya bi Erdogan re dan û wiha gotin: "Kî li ser gelê xwe zilmê bike û heq û hiqûqê binpê bike, ji ewil  serê wî diçe. Ew gora xwe bi destê xwe dikole. Dê ewil ew bikeve wê gorê."    *Du xwîşkên ku 31 sal in di Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê de bi hev re têdikoşin wiha dibêjin: "Em erka xwe ya mirovahiyê pêk tînin. Heta ku dilopek xwînê laşê me de bimîne em ê bi hevre têbikoşin."   * Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku dê mijarên sereke yên kongreya wan azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, statû, perwerdehiya bi zimanê zikmakî, meseleya kurdî û demokratîkbûyîn be.    * Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, giliyê gardiyanê ku gef lê xwaribû, kir.   * Mahîr Ada ku di Girtîgeha Bunyan a Tîpa T'yê de ye, ragihand ku dê li hemberî ferzkirina xwendina Sirûda Îstîklalê û lêgerîna tazî li ber xwe bidin.    * Parêzer Serap Anyay Ulgul, anî ziman ku li saziyên fermî bi pirsên tawanbar ên ku ji jinên tahde li wan tên kirin tên pirsîn, parastin tê astengkirin û jin jî ji bo ev pirs ji wan neyên kirin serî li saziyan nadin.   * Şêniyên Sûrê, bertek nîşanî avahiyên ku li şûna avahiyên wan hatine çêkirin û pêşkêşî sermayedaran hatine kirin dan û gotin: "Ên ji bo zengînbûnê hatine vira dê serê wan di ber wan de biçin. Em dev ji vir bernadin."    * Geşedanên şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê da destpêkirin û dengvedana wê ya li cîhanê dê bê şopandin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 354'emîn de berdewam bike.    * Şaxa SES'ê ya Amedê dê têkildarî pirsgirêkên li xizmetên civakî diqewimin li ber Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî daxuyanî bide. (12.00)   * Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKP), dê bernameya xwe ya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li avahiya Şaxa SES'ê ya Amedê eşkere bike. (12.30)   * Malbatên girtiyan dê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tekîrdagê diqewimin li ber girtîgehê daxuyanî bidin. (12.30)   * Rêxistinên jinan dê bi daxuyaniya çapemeniyê starta şahî û çalakiyên 8'ê Adarê li Kerboranê bide. (13.00) ZINDÎ   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ên li Amed, Wan û Îzmîrê dê berdewam bikin. (13.00-16.00)