Sarisozen: Cîhan bedela neçareserkirina pirsgirêka kurd dide 2022-02-25 13:31:11 STENBOL - Nivîskar Veysî Sarisozen bi bîr xist ku kesê ku ewil gotibû Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi dagirkirina Iraqê ya Amerîkayê destpêkir Ocalan bû û wiha got: “Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di navenda pirsgirêka kurd de dest pê kir. Ûkrayna û Ewropa niha bedelê neçareserkirina pirsgirêka kurd bi awayekî bi êş didin.”   Şerê ku Rûsyayê li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin di roja 2’yemîn de berdewam dike. Piştî ku Rûsyayê du herêmên xweser ên li Donbassê nas kirin, li van herêman esker bi cih kirin. Agahiyên k udi şerê li paytextê Ûkraynayê Kîevê û li gelek herêmên din belav bû de, gelek kesan jiyana xwe ji dest daye tên. Nivîskar û rojnamevan Veysî Sarisozen operasyona eskerî ya Rûsyayê nirxand û bal kişand ser girîngiya aştiyê.    Sarısozen, li ser nasandina serbixwebûna her du herêmên xweser ên Donbassê yên Rûsyayê destnîşan kir ku ev her du rêveberiyên xweser ji hindikahiyên Rûs pêk tên û got: “Divê mafê xweseriya van her du herêman were parastin. Amerîka, NATO û Tirkiye qala yekparebûna axa Ûkraynayê dikin, lê belê gelê Rûs ê li Donbassê dijî dibêje, 'Ev erdên me ne û em dixwazin li vir bi vîna xwe bên birêvebirin'. Lê Belê Rûsya li ser bingeha xwe ya emperyalîst û panîstlavîst, bi mafê xweseriya gel, hewl dide jê sûdê werbigire.   ‘OCALAN BERIYA SALAN HIŞYAR KIR’   Sarisozen, bi bîr xist ku kesê ku ewil gotibû Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi dagirkirina Iraqê ya Amerîkayê destpêkir Ocalan bû û wiha berdewam kir: “Pêşbîniya Ocalan a beriya bi salan îro bi rengekî trajîk hatiye piştrastkirin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di navenda pirsgirêka kurd de dest pê kir. Ûkrayna û Ewropa niha bedelê neçareserkirina pirsgirêka kurd bi awayekî bi êş didin. Heke wan rojan ji bo pirsgirêka kurd gavên cidî hatibûna avêtin, pirsgirêka kurd di hemû perçeyan de hatibûya çareserkirin, wê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di navenda wê de were xelaskirin. Ev çênebû, vîna gelê kurd tune hat hesibandin. Bedelê vê niha li hemû cîhanê tê dayîn.”   DI ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEMÎN DE ASTEKE NÛ   Sarisozen, bi lêv kir ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku Ocalan behs kir, derbasî asteke nû bûye û bi lêv kirk u bi vî şerî re wê cîhan bi awayekî cidî were berberî hev.   RÛSYA WÊ JI BO ROJAVA ÇI BÊJE?   Sarisozen, gotina rêveberên Tirkiyeyê ya “Li Qibrisê ji bo ewlehiya hem nijadên xwe me ew der dagir kir” bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha heman gotinê Rûs dikin û Tirkiye li dijî tiştên Rûs dikin derdikeve. Ji ber ku politikaya Tirkyeyê ya Ûkraynayê û têkoşîna tevgera kurd bi hev ve têkildar e. Ji ber ku kurd vê dixwazin û dewlet jî mafên gelê kurd ê xweseriyê yê herêmên lê dijîn nas nakin. Rûsya wê ji îro ve ji bo Rojava çi bêje? Gavên ku gelên Rûs li Donbassê avêtin û gavên ku Rojava avêtin, weke hev in.”   Sarisozen, destnîşan kir ku Tirkiye yek ji wan welatan e ku nizane di vî şerî de çi bike û herî zêde wê zerarê bibîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wê qeyraneke aborî ya giran li Tirkiyeyê çêbibe. Dibe ku nikare genim bistîne, buhayê gazê careke din bilind bibe. Dolar ji xwe bilind dibe. Hêza ku di vir de dikare aramî, aştî û refahê misoger bike, hêza tifaqa demokratîk e. Ev hêzên bi pêşengiya HDP'ê divê êdî mîsyonên xwe bi rengekî herî xurt diyar bikin. Divê stratejiya dîplomatîk a rêya sêyemîn ji nû ve bê formulekirin û bi xurtî bê meşandin.”    MA / Ferhat Çelîk