Danişîna rojnamevan Eser hat taloqkirin 2022-02-25 13:49:42   STENBOL - Danişîna doza ku rojnamevan Sadiye Eser jî di nav de 34 kes jê tên darizandin, hat taloqkirin.    Danişîna 20’emîn a doza rojnamevan Sadiye Eser jî di nav 34 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tên darizandin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişîna ku Eser tevlînebûyî de gelek kesên tên darizandin û parêzer amade bûn.    Dozger, di danişîna bi tespîta nasnameyan dest pê kir de xwest ku kemasiyên dosyayê bên temamkirin. Dadgehê biryar da ku li benda girtina Beşîr Sonmez, Denîz Babîr, Cîhat Yagemhan, Vedat Çelîk û Vedat Aydin bê sekinandin û danişîn taloqî 15’ê Hezîranê kir.