Wezareta Dadê wê randevuyê bide malbata Dokû 2022-02-25 14:27:51   ENQERE - Wezareta Dadê ya bi malbata Dokû ya 3 roj in ji bo aqûbeta keça xwe Gulistan Dokû hîn bibin li Enqereyê ne, hevdîtin nekir, li malbatê geriya û diyar kir ku wê hefteya pêşiya me randevûyê bidin malbatê.    Malbata xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ya ji 5'ê Çileya 2020'an ve winda ye, ji bo aqûbeta Dokûyê hîn bibin di 22’yê Sibatê de çûbû Enqereyê. Dê Bedriye, bav Halît û xwişk Aygul Dokû piştî hevdîtina bi partiyên siyasî re, xwestibûn hevdîtinê bi Wezîrê Dadê Bekir Bozdag re bikin. Lê wezaretê 3 rojan tu bersiv nedan malbatê. Polîsan du caran mudaxileyî malbata bi israr li pêş wezaretê disekinî kirin. Polîsan du rojan nehişt malbat biçin li pêş Wezareta Dadê. Aygul Dokû duh dema astengkirina polîsan de ji ser hişê xwe çû û rakirin nexweşxaneyê.   ROJ Û SAET NE DIYAR E   Nivîsgeha Wezareta Dadê di nava rojê de li malbata Dokû geriya û da zanîn ku ji bo bi wezîr re dikarin biaxivin hefteya pêş dikarin randevu bidin wan. Li ser vê yekê malbatê diyar kir ku wê îro vegerin Amedê û hefteya pêşiya me ji bo bi wezîr re hevdîtin bikin wê dîsa bên Enqereyê. Hat hînbûn ku wê wezaret agahiya saet û rojê pişt re ji malbatê re ragihîne.”