Hunermendan serdana malbata Şenyaşar kirin 2022-02-25 16:22:25   RIHA - Lîstikvanên ŞA Performansê û rêze fîlmê Îşev, serdana Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a 354 roj in didome, kirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 354’emîn de berdewam dike. Lîstikvanên ŞA Performans û rêze fîlmê Îşev serdana malbatê kirin. Dayik Emîne Şenyaşar a di serdanê de axivî destpêka bûyerê û tiştên nêzî saleke li pêş edliyeyê jiyan vegotin. Pişt re li ser navê hunermendan lîstikvanê ŞA Performansê Tûncay Ozel axivî û wiha got: “Em dûrî hev bibin jî dilê me bi we re ye. Lêgerîna we ya edaletê ji bo Kurdistanê mînakeke. Dilê me bi we re ye, em her tim li cem we ne.”