Li ser dîwaran wêneyên Ocalan hatin xêzkirin 2022-02-25 21:16:49   COLEMÊRG - Li Geverê, li ser gelek dîwaran wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin çêkirin.    Li Taxa Orman a navçeya Gever a Colemêrgê li ser gelek dîwaran wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alaya PKK'ê hatin xêzkirin. Wêneyên Ocalan li jora dîwar hatine xêzkirin û ji gelek deverên taxê ve xuya dike.