Birayê Veysî Kaya: Me alaya wî li erdê nehişt 2022-02-26 09:14:04 EDENE - Mûhîttîn Kaya, birayê Veysî Kaya yê ku di sala 2006'an de ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agir bi bedena xwe xistibû û jiyana xwe ji dest dabû, anî ziman ku alaya têkoşîna birayê wî ya ji bo azadiya Ocalan li erdê nemaye û wan alaya wî hilgirtiye.  Di sala 2006'an de gava hatibû gotin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan "jehrî bûye û jiyana wî di talûkeyê de ye" di 9'ê Sibata 2006'an de li navçeya Seyhan a Edeneyê Veysî Kaya yê 23 salî ji bo şermezarkirina vê yekê agir bi bedena xwe xistibû. Kaya rakiribûn nexweşxaneyê û di 28'ê Sibatê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Xwarzîkê wî Abdûlkadîr Atîlla (16)  jî wekî wî di 11'ê Adara 2012'an de li dijî tecrîda li Îmraliyê agir bi bedena xwe xistibû û jiyana xwe ji dest dabû.    Veysî Kaya, di sala 1979'an de li gundê Teffî yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê hatiye dinê. Malbata wî di sala 1982'yan de ji ber zextên dewletê bar kiriye hatiye Edeneyê. Malbata li Taxa Barbarosê ya Seyhan a Edeneyê bi cih bûye. Veysî Kaya, li vira piştî lîseyê kuta dike, di dema pêvajoya komploya li hemberî Ocalan, di sala 1999'an de daxilî nav xebatên partiyê dibe. Di dema xebatên partiyê de gelek caran tê binçavkirin, tahde û îşkence lê tê kirin. Kaya, di 9'ê Sibata 2006'an de ji bo valê bikişîne ser tecrîda li ser Ocalan agir bi bedena xwe dixe. Kaya, di 28'ê Sibata 2006'an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide.    'ÇIMA HER KES BÊDENG E?'   Mûhîttîn Kaya, birayê Veysî Kaya, anî ziman ku hem bi birayê xwe hem jî bi xwarziyê xwe serbilind in û ji bo daxwazên wan têdikoşin.    Kaya, bilêv kir ku ew ereb in û got: "Birayê min di wî 20 rojî de qethiyen bi qasî serê derziyê jî poşman nebû. Heya jiyana xwe ji dest da jî tecrîda li ser Ocalan şermezar kir. Di nameya xwe de gotibû, 'Çima he rkes bêdeng e? Çima kes dengê xwe bilind nake? Çima kes tu tiştî nake? Ger hûn vê çalakiya min wekî xwerexnekirinê qebûl bikin ez ê kêfxweş bibim. An canê min, an ruhê min.'"    'DIVÊ OCALAN AZAD BIBE'   Kaya, destnîşan kir ku alaya têkoşîna Veysî Kaya ya ji bo azadiya Ocalan li erdê nemaye û niha ew wan ew ala hilgirtiye.    Kaya destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan hê jî didome û ev tecrîd sirayetî tevahiya qadên jiyanê kiriye. Kaya, bilêv kir ku bi kûrbûna tecrîdê re sembolên berxwedanê jî derdikevin holê û got: "Birayê min û xwariziyê min jî sembolên 'hûn nikarin Roja me tarî bikin.' Em dê mîrateya wan li hemû qadên cîhanê wekî berxwedanê berbelav bikin. Demildest divê Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe. Mirovên me ji bo bedena xwe neşewitnin, divê tecrd bi dawî bibe. Ocalan, divê azad bibe. Ger Ocalan azad bibe, dê hemû emsele çareser bibin."    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen