Malbata Şenyaşar: Madem ku em di heman keştiyê de ne, wê demê çima ev zilm tê kirin? 2022-02-26 11:48:51   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar îro jî berdewam kir. Malbata Şenyaşar di çalakiya îro de ev pirs ji rayedaran kir: “Madem ku em di heman keştiyê de ne, wê demê çima ev zilm tê kirin?”    Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatin qetilkirin. Her wiha kurê wê Ferît Şenyaşar jî birîndar bû. Dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, di 9’ê adarê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 355’emîn de jî berdewam kir. Di rojên betlaneyê de edliye nayê vekirin lewma jî malbatê çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê berdewam kir.    Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir. Di peyama xwe de wêneyê ambûlansa ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê rastî êrişê hatibû hat dayîn û wiha hat gotin: “’Ambûlansa ku Tirkiyeyê ji bo piştgiriya şandibû Ûkraynayê, rastî êrişê hat.’ Heke ev wêneye bi vî sernavî weke manşet bihata dayîn, dê alîgirên kevneperest daketibûna qadan... Ev ambûlans, li Rihayê rastî êrişê hat. Kesên êrişkar jî hatin xelatkirin. Madem ku em di heman keştiyê de ne, wê demê çima ev zilm tê kirin?”