Dayikên Şemiyê: Cûneyt Aydinlar li ku ye? 2022-02-26 14:13:47 STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Cûneyt Aydinlar pirsîn ku 28 sal berê di dema binçavkirinê de hatibû windakirin.    Çalakiya Dayikên Şemiyê ku ji bo dîtina kesên di dema binçavkirinê de hatine windakirin û darizandina kujerên wan dabûn destpêkirin, di hefteya 883’yemîn de berdewam kir. Çalakî, li ser online hat kirin û di çalakiyê de aqûbeta Cûneyt Aydinlar hat pirsîn ku di 20’ê sibata sala 1994’an de li Stenbolê hatibû binçavkirin û piştre jî hatibû windakirin.    Di çalakiyê de dayika Cûneyt Aydinlar, Menekşe Aydinlar axivî û da zanîn ku kurê wê 28 sal berê di dema binçavkirinê de hate windakirin. Aydinlar, diyar kir ku ji wê rojê heta niha tu agahiyan ji kurê xwe nagire û wiha got: “Em, edaletê dixwazin û dixwazin ku zarokên me bên dîtin. Em ê dev ji Qada Galatasarayê bernedin.”    7 SALAN LI BER DERÎ SEKINÎ   Piştre jî birayê Cûneyt Aydinlar, Emrah Aydinlar axivî û ev tişt anî ziman: “Birayê min zanîngeh qezenc kiribû û di sala 1991’an de me jî ew bi serfiraziyeke mezin şand Stenbolê. Bi agahiya binçavkirinê re dest û lingên me şikestin. Piştî ku hatî windakirin, me gelek serlêdanên hiqûqî kirin lê tevek jî hatin redkirin, astengkirin. Em jî li benda hêviya vegera Cûneyt man. Dayika min, qenepeyek danîbû ber deriyê malê û 7 salan li ser wê qenepeyê li benda vegera Cûneyt ma. 28 sal derbas bûn lê Cûneyt nehat. Cûneyt, li ku ye?  Êdî taqet di dayika min de nema. Cûneyt, di şahî û şînên me de ne li cem me bû. Xwarzî û biraziyên wî bêyî dîtina wî mezin bûn. Ev êş, êşa me hemûyan e.”   ‘DI BIN ÇAVAN DE ÎŞKENCE LÊ KIRIN’   Mamê Cûneyt Aydinlar, Recep Aydinlar jî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku biraziyê wî di 23 saliya xwe de hatiye windakirin. Aydinlar, destnîşan kir ku di bin çavan de îşkence li biraziyê wî hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştre jî bi hinceta ‘hevrûkirinê’ birin û êdî venegerandin. Derheqê polîsan de dozên vala hatin vekirin. Lê dev ji wan dozan jî berdan. Her hikûmeta nû, sûcên hikûmeta berê dinixûme. Ev çandek e. Êşên me jî ji nifşekî derbasî nifşekê din dibin. Em dixwazin ku kesên ev êş bi me dayîne kişandin, bên darizandin. Dê lêgerîna me ya edaletê bidome.”    ENCAMEK JI HIQÛQA NAVXWEYÎ DERNEKET   Parêzera malbata Aydinlar, Eren Keskîn jî da zanîn ku qeyda binçavkirinê ya Cûneyt Aydinlar li gel dozgeriyê heye û ev agahî dan: “Çendek roj piştre jê re dibêjin; ‘gelo tu ji bo mirinê amadeyî’ û ji navenda binçavkirinê derdixînin. Piştre jî tu agahî jê nehatin girtin. Me li cihê binçavkirinê lêkolîn kirin. Dibin mala Esmer Bardakçi ya li Beyogluyê. Bardakçi dibêje ku pir westiyayî xuya dikir. Zarokên li kolanê jî dibêjin ku wan dengê çekekî bihîstiye. Rayedarên dewletê her tim gotin Cûneyt reviyaye. Erê baş e, mirovekî ewqas îşkence lê hatiye kirin û nikare bimeşe dê çawa bireve? Hemû hewldanên ji bo Cûneyt di hiqûqa navxweyî de hatine kirin, bêencam man.”    ‘EM Ê DEV JI HIQÛQÊ BERNEDIN’   Daxuyaniya vê hefteyê jî ji hêla Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dêrsimê Gonul Sonbahar ve hat xwendin. Sonbahar, da zanîn ku di şertên heyî de nikarin qala Qanûna Bingehîn, qanûn û hiqûqa gerdûnî bikin lê tevî vê yekê jî dê dev ji parastina hiqûqê bernedin.    SERPÊHATIYA AYDINLAR   Di berdewamê de jî Sonbahar, serpêhatiya Cûneyt Aydinlar xwend û wiha got: “Cûneyt Aydinlar, di 20’ê sibata 1994’an de tevî 14 hevalên xwe hate binçavkirin. Qeydên binçavkirinê hene. Kesên bi Aydinlar re hatibûn binçavkirin, piştre daxuyanî dan. Ev kes dibêjin ku heta 2’yê adara 1994’an li gel Cûneyt bûn. Her wiha dibêjin ku îşkenceyeke giran li Cûneyt hatiye kirin, bi giranî birîndar bûye, piyekî wî şikestiye û nedikariya bimeşe. Polîs, ji Aydinlar re dibêjin; ‘gelo tu ji bo mirinê amadeyî’ û wî ji hucreyê derdixînin. Piştre jî kesek Aydinlar nabîne. Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ji malbata Aydinlar dibêje ku kurê wan reviyaye. Ji wê rojê heta niha jî ji bo dîtina Aydinlar û darizandina kujerên wî, tu pêvajoyên îdarî û edlî nehatine destpêkirin. Kesên binçavkirî, di bin mîsogeriya ewlekariya dewletê de ne. Lewma berpirsyarê windakirina Aydinlar, di stûyê dewletê de ye.  Em dixwazin ku lêpirsîneke baş derheqê dosyaya Aydinlar de bê vekirin û kujerên wî bên cezakirin.”