Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Em li cem malbatan e 2022-02-26 16:44:35   WAN - Rêxistina HDP’a Rêya Armûşê ku serdana Nobeta Edaletê kir, diyar kir ku bi berxwedana malbata re ne.   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 76’an de berdewam dike. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rêya Armûşê serdana malbatan kir û piştgirî da çalakiya nobetê.    ‘EM LI CEM MALBATÊN XWE NE’   Hevserokê HDP’a Rêya Armûşê Cevdet Altindag ê di çalakiyê de axivî, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan û neberdana girtiyên nexweş nayê qebûlkirin û wiha got: “Li girtîgehan binpêkirinên mafan ên li girtiyan tên ferzkirin zêde dibin. AKP li gorî qanûnên xwe bi xwe jî tevnagere. Em berxwedana girtiyan û malbatan pîroz dikin. Em weke HDP bi berxwedana malbatên girtiyan re ne. Em amadene ku tişta ji destê me bê bikin.”