Hevjîna girtiyê nexweş Zubeyde Abî: 26 sal bi êş û azar derbas bûn 2022-02-27 09:07:30   WAN - Zubeyde Abî, hevjîna girtiyê nexweş Ebedîn Abî, diyar kir ku dê nobeda xwe ya edaletê bidomîne û got: "26 salên me, bi êş û azar derbas bûn. Min keça xwe bi hêsirên çavên xwe mezin kir."    Nobeda Edaletê ya li Baroya Wanê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatien şewitandin didome. Ji çalakgeran yek jê jî Zubeyde Abî, hevjîna girtiyê nexweş Ebedîn Abî ye. Ebedîn Abî, di sala 1996'an de li gundekî Bêşebab a Şirnexê hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Abî yê cezayê muebedê lê hatiye birîn, niha Girtîgeha Binyan a Kayserî ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê de ye.    Li girtîgehê nexweşîna şekir, diyabet û ya dil li Abî peyda bûye. Abî, di girtîgehê de pirtûkeke helbestan a bi navê "Hêlîn û Hebûn" nivîsiye û di sala 2014'an de çap kiriye.   Hevjîna wî Zubeyde Abî ku dotamam wî ye û di sala 1987'an de bi hev re zewicîne, têkildarî têkoşîna bi salan de axivî.    ‘26 SAL BI ÊŞ Û AZAR DERBAS BÛ'   Dayik Abî, bilêv kir ku di sala 1996'an de keça wê Hebûn hatiye dinê û ew û keça xwe bi hev re mezin bûne. Abî got: "26 sal, bi êş û azaran derbas bû."    Abî, diyar kir ku di sala 1996'an de gava li gund di kon de diman, di navbera PKK'yî û eskeran de şer qewimiye û wiha behsa wê rojê kir: "Hewan davêtin hêla em lê bûn. Wê gavê keça min Hebûn ê pitik bû. Di hemêza bavê xwe de bû. Me jî şer temaşe dikir. Em di ortê de mabûn. Paşê esker hatin cihê em lê bûn. Hevjînê min û 4 kesên din binçav kirin."    ‘MIN KEÇA XWE BI HÊSIRÊN ÇAVÊN XWE MEZIN KIR'   Abî, destnîşan kir ku hevjînê wê û kesên pê re bi îşkence û tahdeyê hatine binçavkirin û got: "Hevjînê min dixistin nava avê û derdixistin. Baş tê bîra min, wê rojê ava hewzê wekî cemedê bû. Çek dispartin serê hevjînê min. Îşkenceyeke dijwar li hevjînê min kirin. Paşê ew xistin nava betaniyekê û birin. Ji bo îfadeya li ser xwe qebûl bike, li dadgehê çek spartin serê wî. Min ew zilma dewletê bi çavê xwe dît."    Dayik Abî, destnîşan kir ku wê û keça xwe rojên pir zor û zehmet dîtine û got: "Gava hevjînê min hat girtin ez çûm cem bavê xwe. Ez û keça xwe bi hev re mezin bûn. Min keça xwe bi hêsirên çavên xwe mezin kir."    Dayik Abî, diyar kir ku hevjînê wê tim sewqî girtîgehên cuda tê kirin û ew jî li gor derfetên xwe carinan diçin girtîgehê.    Dayik Abî, bibîr xist ku gava carekê çûne girtîgehê cem hevjînê xwe û vegeriyane polîsan ew dane sekinandin û got: "Keça min di rê de, li girtîgehê pir digiriya. Ew digiriya, ez jî pê re digiriyam. Keça min di rêyan de mezin bû. Carekê gava em ji girtîgehê vegeriyan gund, em li devereke ku pevçûn lê çêbûbû hatin sekinandin. Ji me re gotin, 'Keça Ebedîn Abî ji bo çalakiyê hatiye.' Keça min hê biçûçik bû. Di hemêza min de bû. Me bi mînîbusê birin qereqolê. Gotin, 'Keça Ebedîn Abî li ku ye? Ji bo çalakiyê hatiye.' Min jî pitika di hemêza xwe de nîşan da, min got, ev e keça Ebedîn Abî. Ma dê ev pitik çalakiyê bike? Paşê em berdan."    'EDALET TUNE YE'   Abî, destnîşan kir ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan têdikoşin û got: "Em tenê doza edaletê dikin. Hevjînê min heye niha 10 caran anjiyo bûye. Li Tirkiyeyê edalet tune ye. Ger hebûna dê wisa nebûna. Ge redalet hebûna dê girtiyên nexweş hemû bihatana berdan. Ez pir li ber vê dikevim. Em ê heya dawiyê ji bo edaletê bitêkoşin."   BANGAWAZÎ   Abî, di dawiya axaftina xwe de bang li civakê kir û got: "Bila gel bê piştgiriya me bike. Bila ew jî li cem me bin. Tenê ne malbatên girtiyan, bila her kes bê. Êdî bila rabin ser pêyan."    MA / Mehmet Şah Orûç