DEDAŞ 12 hezar TL ceza li malbata ku zarokê wan girêdayî amûra hilmijandinê ye birî 2022-02-27 09:18:40   ŞIRNEX- Li Cizîrê DEDAŞ'ê 12 hezar û 830 TL cezayê ceryanê li malbata Omeroglû birî. Zarokekî malbatê hem astengdarr e hem jî girêdayî makîneya hilmijandinê ye.    Li Tirkiyeyê ji ber bihabûna ceyranê û zemên ku hatine kirin welatî nikarin faturayên ceyranê bidin. Li taxa Nurê ya navçeya Cizîr a Şirnexê welatiyê bi navê Halîl Omeroglu (33) ku li ser înşaetê dixebite, DEDAŞ'ê 12 hezar û 830 TL cezayê ceyranê lê biriye. Kurê Omeroglû Ruzgar Ûmût ku di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de pêşwext çêbûye astengdar e û niha jî ji ber pençeşêra kezebê tê dermankirin. Lê ji ber ku rewşa bavê 4 zarokan Omeroglû nebaş e û li ser îneşatan dixebite, nikare kurê xwe baş derman bike. Bi ser de jî DEDAŞ'ê ew mexdûr kiriye. Lewma bav Omeroglû li benda alîkariyê ye da ku karibe cezayê lê hatiye birîn bide.    TEŞHÎS DERENG DANÎN   Halîl Omeroglu, anî ziman ku ji sala 2016'an vir ve ew neçar in û wiha axivî: "Hevjîna min piştî qedexeyên derketina derve yên sala 2016'an ji ber stresê bi awayekî pêşwext zarok anî dinê. Di wê pêvajoyê de avahiyê me jî hilweşiya. Zarokê me yê ku hat dinê jî astengdar bû. Piştî çend salan, vê carê jî teşhîsa epîlepsiyê hat danîn. Ji bo ku tedawî bibe hewldanên me pir çêbûn. Pişt re di sala 2020'an de nexweşiyeke din lê peyda bû. Ev jî nexweşiya penceşêrê a kezebê ye. Xwarin û vexwarina wî mamaye. Ji xeynî wê tişteke din naxwe. Tiştê ku dixwar jî diavêt. Ji bo ku teşhîs dereng danîn tedawiya wî jî dirêj bû."   NIKARIN WÎ DERMAN BIKIN   Omeroglu, diyar kir ku derfetên wî tune ne ku kurê xwe bibe derman bike û got: "Ji ber ku derfetên me tune ne, em nikarin bibin nexweşxaneyê. Ev saleke em nizanin nexweşiya wî di kîjan astê de ye. Ji ber ku nexweşiya wî giran e jî mirov nikare bibe cihên dûr. Heger ez bibim jî divê ez bi erebeya taybet bibim. Ez nikarim li ser çokan wî bibin nexweşxaneya Amedê. Di nexweşxaneya Cizîrê de tiştek tune ye. Heger makîne hebin bijîşk tune ne. Bijîşk hebin makîna tune ne. Di qada tendûristiyê ev kêmasî hene. Kurê min ketiye 6'ên xwe. Dê bi vî awayî çawa ji vê nexweşiyê rizgar bibe? Ez li Cizîrê li ser înşaetê dixebitim. Mehê tenê 15 rojan dixebitim. Pêwîst e ku her mehê kurê xwe bibim kontrolê. Lê ji ber ku derfetên me û debara me tune ye em nikarin."    'BI KEYFÎ CEZA BIRIN'    Haîl Omeroglu bal kişand li ser cezayê ku DEDAŞ'ê li wan biriye jî. Omeroglû, destnîşan kir ku ger vî cezayî nede dê jiyana kurê wî ber bi xetereyê ve biçe û got: "Bi ser ev qas tişî, DEDAŞ jî rabû ceza li me birî. Rojekî li min geriyan û gotin, 'Em ji DEDAŞ'ê li we digerin. Cezayê xwe di nêz de razînin.' Min digot qey ne tiştek e. Pişt re ez pê hesiyam ku 12 hezar û 830 lîre ceza li min birîne. Bi dizikî ve tên mala min û bi keyfî ev qasî ceza birîne. Tişta ku tê kirin ne wîjdanî ye. Ne 500, ne 600 lîre, rabûne 12 hezar lîre birîne. Ez ê çawa razînim? Ez di wan 3 mehan de jî li derve bûm, ne li malê bûm. Ji bo kar li derve bûm. Pişt re hatim malê û min dît ku ev qas ceza birîne. Lê belê em saziya DEDAŞ'ê sucdar nakin. Sucdar ew kes in ê ku li hemberî vê zilmê xwe bêdeng dikin. Kê ev pewvire daye DEDAŞ'ê? Ez rojê herî kêm sê caran bi vê amûrê hilmê didim kurê xwe. Niha DEDAŞ dibêje tu cezayê xwe nedî, ez ê ceyrana te bibirim. Ma ew dizane ku heke ew ceyra min qut bike dê encamên wê çi bin? Pêwîst e hesabê wê bikin. Ji bêgavî min çi deyn kir û teksîta ewil a ceza da. Niha tiştek ji dets min nayê. Tişta şerm çi ye? ew e ku mirov nikare ji bo zarokê xwe tiştekî bike."   MA / Zeynep Dûrgût