Ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li AYM'ê hat dayîn 2022-02-27 09:26:46   AMED - Ji bo girtiyê nexweş ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan serî li AYM'ê hat dayîn. Parêzerê Ozkan Serdar Çelebî, ji bo muwekîlê xwe ev tişt got: "Bi vî halê xwe mayîna wî ya li girtîgehê hem di hêla wijdanî de hem jî di hêla hiqûqî de nayê qebûlkirin."   Parêzerê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (83) ku di lîsteya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de cih digire Serdar Çelebî, ji bo berdana muwekîlê xwe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Ozkan, bi angaşta kuştina Fermandarê Artêşa Tirk Bahtiyar Aydin ji sala 1996'an ve 26 sal in girtî ye. Darizandina Ozkan li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hatiye kirin û cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn. Di nav 26 salan de  Ozkan 5 caran qrîza dil derbas kiriye û gelek nexweşî lê peyda bûne. Ji ber temenê wî yê mezin nikare gelek pêwistiyên xwe bi tena serê xwe bibersivîne.    Hemû serlêdanên ku ji bo berdana Ozkan li Saziya Tipa Edlî (ATK) hatine lirin, bê encam mane.    DAXWAZA BERDANA OZKAN KIR   Rexmî hemû bangên ku ji aliyê parastvanên mafê mirovan ve ji bo berdana Ozkan hatin kirin jî Ozkan hê jî nehatiye berdan. Parêzerê Ozkan Serdar Çelebî, ji bo neheqiyên ku li muwekîlê wî tên kirin serî li AYM'ê da. Çelebî, di serdana xwe ya AYM'ê de qala rewşa Ozkan a li girtîgehê û astengiyên ATK'ê yên ji bo berdana wî derdixe kir û daxwaz kir ji bo muwekîlê wî Ozkan biryara berdanê bide.   'NAYÊ QEBÛLKIRIN'   Parêzerê Çelebî, diyar kir ku girtiyên nexweş hêviya xwe ji ATK'ê birîne û divê ATK ne saziya biryar dayîna berdan girtiyan be û derbarê Ozkan de ev tişt got: "Emrekî çû, bi awayekî neheq û nehiqûqî tê darizandin. Bi vî halî xwe mayîna wî ya li girtîgehê hem di hêla wijdanî de hem jî di hêla hiqûqî denayê qebûlkirin. Mafê wî yê ku demên xwe yên dawîn bi malbata xwe re derbas bike û xatirxwestinê ji tê girtin."   MA / Mehmet Guleş