Şerê Rûsya û Ûkraynayê gihîşt navenda bajaran: Ewropayê qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re girt 2022-02-27 10:10:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê Rûsya û Ûkraynayê di roja 4'an de gihîşt navenda bajaran. Welatên Ewropayê yek bi yek qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re girtin.  Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê ku di 24'ê sibatê de dest pê kir, di roja 4'an de berdewam dike. Amerîka û welatên Ewropayê danekirinên xwe yên li dijî Rûsyayê didomînin û şer gihîşt navenda bajarên Ûkraynayê. Piştî ku dewletên rojavayî wê ji pergala SWIFT'ê (transfera pere ya navneteweyî) derxistin,  Rûsyayê li bajarên mîna Kîev, Harkov û Lûganskê êrişî depoyên sotemenî û gaza sirûştî kir.    Geşedanên li Ûkraynayê kêlî bi kêlî wiha ne:   15.50 FRANSA QADA XWE TA HEWAYÎ GIRT   Wezîrê Ragihandinê yê Fransayê, aşkera kir ku qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re re girtine.    15.40 ÇAPEMENIYA RÛS: ÛKRAYNAYÊ QEBÛL KIR KU LI MESEYA MUZAKEREYÊ RÛNÊ    Çapemeniya rûs, ragihand ku Ûkraynayê qebûl kiriye ku li bajarê Gomel ê Belarûsê bi Rûsyayê re li ser mesa muzakereyê rûnê. Ji Ûkraynayê derbarê mijarê de hê tu daxuyanî nehatiye dayîn.    15.14 JAPONYA JÎ TEVLÎ DANEKIRINA SWIFTÊ DIBE    Japonyayê, ragihand ku tevlî biryara derxistina banqayên rûs a ji pergala SWIFT'ê dibe.    14.58  ÎSRAÎLÊ PÊŞNIYARA NAVBEYNKARIYÊ KIR    Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennet bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin kiriye. Kremlînê, hevdîtinê ragihand û diyar kir ku Îsraîlê pêşniyara navbeynkariyê li Rûsyayê kiriye. Li gorî vê daxuyaniyê, Pûtîn hi Bennet re ev tişt gotiye: "Rûsya amade ye ku li Belarûsê hevdîtinan bike, lê Kîev vê firsendê bi kar nayne."   14.49 ZELENSKY BI LÛKAŞENKO RE HEVDîTIN KIR    Serokdewletê Ûkraynayê Vladîmîr Zelensky, li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku bi Serokê Belarûsê Aleksander Lûkaşenko re hevdîtin kiriye û hûrgiliyên hevdîtinê parve nekir. Zelenzky, di saetên serê sibehê de banga ku ji bo hevdîtinên di navbera wan de li Belarûsê bên kirin qebûl nekiribû.    14.35 HOLLANDA JÎ QADA XWE YA HEWAYÎ DIGIRE    Wê Hollanda jî ji îşev dest pê bike qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re bigire.    14.33 NY: 368 HEZAR ÛKRAYNAYÎ PENABER BÛNE    Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku 368 hezar ûkraynayî ji welatê xwe penaber bûne derbasî welatên cîran bûne.    14.26 JI DOZGERÊ RÛS GEFA CEZA    Dozgerê Dewletê yê Rûs, diyar kir herkesên ku li dijî ewlehiya Ûkraynayê piştgirî bidin dewletên biyanî wê ji xiyanetê heta 20 salan bên cezakirin.    14.21 ÎTALYA QADA XWE YA HEWAYÎ GIRT   Îtalya, ragihand ku qada xwe ya hewayî ji balefirên Rûsyayê re girtiye.    13.50 ZELENSKY: ME LI DIJÎ RÛSYAYÊ DOZ VEKIR   Serokdewletê Ûkraynayê Vladîmîr Zelensky, diyar kir ku li dijî Rûsyayê li Dîvana Edaletê ya Navneteweyî doz vekirine.    13.44 YEWNANISTANÊ AMÛRÊN PARSTINÊ JI ÛKRAYNAYÊ RE DIŞÎNE   Serokwezîriya Yewnanistanê, aşkera kir ku wê alîkariya mirovî û amûrên parastinê ji Ûkraynayê re bişînin.    13.38 ALMANYAYÊ JI BO 3 MEHAN QADA XWE YA HEWAYÎ GIRT   Wezareta Ragihandinê ya Almanyayê, aşkera kir ku heta 3 mehan qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re girtiye. Îzlanda jî qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re girt.    13.22 SEROKWEZÎRÊ ALMANYAYÊ: MAFÊ ME YÊ DANEKIRINÊN ZÊDE VEŞARÎ YE   Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, angaşt kir ku Pûtîn hewl dide împarastorriya rûs ava bike û ev tişt got: "Bêyî ku tiştekî weke tabû bibînin, em mafê xwe yê ferzkirina danekirina veşarî digirin." Her wiha Scholz, got ku wê her dera xaka NATO'yê biparêzin û Artêşa Almanyayê bi hêz bikin.    12.55 BELÇÎKA Û DANÎMARKA JÎ QADA XWE YA HEWAYÎ GIRTIN   Belçîka jî qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re girt.    12.55 DANÎMARKA QADA XWE YA HEWAYÎ GIRT    Danîmaraka qada xwe ya hewayî ji balafirên rûs re girt. Welatên ku heta niha qada xwe ya hewayî ji balefirên Rûsyayê re girtine wiha ne: Îrlanda, Almanya, Danîmarka, Îzlanda, Îtalya, Belçîka, Îngilistan, Slovenya, Komara Çek, Polonya, Lîtvanya, Letonya, Estonya, Fînlandiya, Romanya û Bulgaristan.   12.52 '4 HEZAR Û 300 LEŞKERÊN RÛS HATIN KUŞTIN'   Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Ûkraynayê, da zanîn ku ji roja êrişên Rûsyayê dest pê kirine ve 4 hezar û 300 leşkerên rûs hatine kuştin û 146 tankên rûs hatin têkbirin.    12.38 DIBE KU FIRÎNA BALEFIRÊN RÛS BÊ QEDEXEKIRIN!   Li gorî nûçeyeke ku Reûtersê derbas kiriye; rayedarekî Yekitiya Ewropayê, gotiye ku dibe firîna balefirên rûs li tevahiya Eropayê bê qedexekirin û pakêteke nû ya danekirinan li ser Rûsyayê bê aşkerakirin.   12.22 SEFÎRÊ ÛKKRAYNAYÊ: MAŞALLAH BAYRAKTAR SÎHA   Sefîrê Ûkraynayê yê Enqerê, li ser hesabê xwe yê twîtterê dîmenek parve kir û ev tişt nivîsand: "Serfermandarê Artêşa Ûkraynayê - Ji Bayraktar TB2 SÎHA'yan re Maşallah."   12.07 ‘RÛSYA ÎNÎSİYATÎFÊ WINDA KIR'   Şêwirmendê Zelensky Oleksy Arestovych, angaşt kir ku ji ber Rûsya înîsiyatîfê winda kiriye ji bo hevdîtinan heyet şandiye Belarûsê. Arestovych, diyar kir ku Rûsya nikare ber bi başûrê Ûkraynayê ve bi pêş ve biçe û nîvê wesayîtên Rûsyayê ku ketine Harkovê îmha kirine û rojavayê Kîevê di bin kontrola wan de ye.   11.54 ÎNGILISTAN: HE BÊTIR DANEKIRIN   Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê Truss, ev tişt got: "Di hefteyên pêşiya me de em ê hê bêtir olîgark bi danekirinan hedef bigirin."   11.51 BANKAYA NAVENDÎ YA RÛSYAYÊ: EM XWEDIYÊ ÇAVKANIYA PÊWÎST IN   Bankaya Navendî ya Rûsyayê: Ji bo parastina aramiya sektora fînansê em xwedî çavkaniyên pêwîst in.    11.50 ZELENSKY: BILA KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ BÊ AVAKIRIN    Zelensky, bang kir ku 'koalîsyoneke navneteweyî' ya alîgirê Ûkraynayê bê avakirin.    11.40 LÛKAŞENKO: DIBE KU EM JÎ OPERASYONEKE TAYBET BIDINE DESTPÊKIRIN   Serokdewletê Belarûsê Aleksandr Lûkaşenko, angaşt kir ku welatiyên wan ên li Ûkraynayê tên tacîzkirin û got ku heke ev rewş berdewam bike dibe ku ew jî li dijî Ûkraynayê dest bi operasyoneke taybet bikin. Lûkaşenko, diyar kir ku hemû pêşniyarên ku Moskovê pêşkêş kiriye ji rayedarên Ûkraynayê re ragihandine û got ku destpêkê qebûl kirine û piştre jî red kirine. Lûkaşenko, bang li Ûkraynayê kir û got ku heke Ûkraynay naxwaze wesfa xwe ya dewletbûnê winda bike divê bi Moskovê re li ser mesê rûnê.   11.32 PESKOV: DIBE KU OPERASYONA LEŞKERÎ RAWESTE    Berdevkê Kremlînê Dimîtry Peskov, got ku ji Ûkraynayê re gotine ku dema hevdîtin berdewam bikin dibe ku operasyona leşkerî raweste.    10.32 ZELENSKÎ: HEKE ÊRIŞ RAWEST IN EM JI MUZAKEREYAN RE AMADE BE   Serokdewletê Ûkranyanê Vladîmîr Zelensky, ev bersiv da daxuyaniya Kremlînê ya "Heyeta me li Belarûsê, li benda ûkraynayiyan e": "Heke Rûsyayê ji xaka Belarûsê êrişê nekiribûna, li Minskê hevdîtin pêkan bûn. Ji bo devereke ku êrişî Ûkraynayê nekiribe ji hevdîtinan re vekirî me." Zelensky, ji bo hevdînan li şûna Belarûsê Stenbol, Varşova, Bakû û Bûdapeşteyê pêşniayrî Rûsyayê kir.    10.20 FÎNLANDIYA QADA XWE YA HEWAYÎ GIRT    Fînlandiyayê qada xwe ya hewayî ji balaefirên rûs re girt.    10.12 RUSYA: JI BI MUZAKEREYAN EM LI BENDA ÛKRAYNAYIYAN E   Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Riayê; Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov, diyar kiriye ku Rûsya ji muzakereyan re amade ye û Moskov li benda ûkraynayiyan e. Peskov, diyar kir ku heyeta wan ji bo hevdîtinên bi ûkraynayiyan re gihîştiye Belarûsê.    09.31 ZELENSKY: YEKÎNEYÊN DILDAR AVA BIKIN    Serokdewletê Ûkraynayê Vladîmîr Zelensky, ragihand ku wê ji bo dildarên ku ji derveyî welat bên yekîneyek ava bikin. Zelensky, di daxuyaniya xwe de ev tişt got: "Wê ev bibe delîlela bingehîn ku hûn piştgirî didin welatê me."   09.10 LI KÎEVÊ DENGÊ SÎRENAN BILIND DIBE   Ajansa Nûçeyan a Reûtersê ragihand ku li Kîevê dengê sîrenan bilind dibne.    08.48 LEŞKERÊN RÛS KETIN HARKOVÊ   Wezareta Karên Hundir a Ûkraynayê, aşkera kir ku leşkerên rûs ketine bajarê duyemîn mezin ê Ûkraynayê Harkovê.    08.30 SEFÎRÊ ÛKRAYNA: EM Ê QEZENC BIKIN    Sefîrê Ûkraynayê yê Enqerê, li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da û angaşt kir ku wê hewldanên leşkerî yên Rûsyayê li Ûkraynayê bi ser nekevin û ew ê qezen bikin.    08.00 GOOGLEYÊ DANEKIRIN DANÎN SER ÇAPAMENIYA RÛS    Googleyê danekirin danîn ser çapameniya rûs û astentg kir malperên înternetê yên Dewleta Rûsyayê, sepan û hesabên YouTubê qezencê bi dest bixin.    07.15 BM: 64 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DA   Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY), ragihand ku heta niha li Ûkraynayê 64 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 240 sivîl jî birîndar bûne.    06.21 JI ÛKRAYNAYÊ DAXUYANIYA MUZAKEREYAN    Alîkarê Serokê Ofîsa Serokdewletiya Ûkraynayê Mîhaîl Podolyak, muzakereyên muhtemel ên bi Rûsyayê re bên kirin wê Ûkrayna di pozîsyona ferzkirinê de be.    06.00 ÊRÎŞ LI DEPOYA SOTEMENIYÊ YA NÊZÎ KÎEVÊ HAT KIRIN   Li bajaroka Vasylkîvê ya li rojavayê başûr ê Ûkraynayê ku bi qasî 30 kîlometreyan dûrî Kîevê ye ji aliyê hêzên rûs êriş li depoyeke sotemeniyê hat kirin. Şaredarê Vasylkîvê Natalîa Balasînovîch, da zanîn ku moşekên Rûsyayê depoya sotemeniyê ya li rex baregeheke hewayî dane û ev tişt got: "Dijmin dixwaze her tiştî tune bike."   Rayedaran, hişyariya dûman bijehr kirin û ji welatiyan xwestin ku paceyên xwe bigirin; gelek kes ketin stasyonên metroyê û stargehan.    05.58 LI HARKOVÊ ÊRIŞ LI XETA GAZA SIRÛŞTÎ HAT KIRIN   Li bajarê duyemîn mezin ê Ûkraynayê Harkov ku li bakurê rojhilatê welat e jî êriş li xeteke gaza sirûştî hat kirin. Rayedaran, ragihand ku hêzên rûs êrişî xetê kirine.    05.55 ‘ARTÊŞA ÛKRAYNA ÊRIŞÎ DEPOYA SOTEMENIYÊ KIR'   Koma ku serxwebûna Lûganskê diparêze jî ragihand ku Artêşa Ûkraynayê li bajaroka Rovenky êrişî depoyeke sotemeniyê kiriye.    05.00 MACRON BANG LI LÛKAŞENKO KIR   Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, bi telefonê bi Serokkomarê Belarûsê Aleksandr Lûkaşenko re hevdîtin kir û jê daxwaz kir ku yekîneyên rûs bi awayekî lez ji Belarûsê veqetin.