6'emîn kongreya DBP'ê bi coş dest pê kir 2022-02-27 11:11:17   ENQERE - Bi hezaran kesên ku berê xwe dan Kongreya BDP'ê, bi dûrişmeya "Bê Serok jiyan nabe” li eywana kongreyê cih girtin.    Bi hezaran kesî ji bo 6'emîn Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP'ê berê xwe dan Navenda Kongre û Çandê ya Nazim Hîkmet. Eywana kongreya ku bi dûrişmeya "Bi Civaka Rêxistinbûyî Ber bi Jiyana Azad ve" tê lidarxistin têje bûye. Eywana kongreyê bi alên DBP'ê hatiye xemilandin. Her wiha li eywanê pankartên bi kurdî tirkî yên mîna "Yekitiya neteweyî ne bijarteyeke, mecbûrî ye" , "Em bi israr in ku bi hişmendiya neteweya demokratîk siyasetê bi rêxistin bikin" û "Jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan" hatin daleqandin.    Jin bi kincên xwe yên herêmî û bi temeziyên rengên kesk, sor û zer li ber muzîkê govend digerînin. Gelek jin jî bi rengên kesk, sor û zer tevlî kongreyê dibin. Bi hezaran kesên ku ji bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine kongreyê bi dûrişmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedanan zindanan”, “Jin, jiyan azadî”  cihê xwe di kongreyê de digirin.    Kongre bi gerandina govendê berdewam dike...