ÎHD Û TÎHV'ê daxwaza berdana xwendekaran di bin çavan de kirin 2022-02-27 15:49:57   WAN - Şaxa ÎHD'ê ya Wanê û Nûnertiya TÎHV'ê ya Wanê, ji bo 4 xwendekarên Zanîngeya Yuzuncu Yilê ku ji ber şermezarkirina êrişa nîjadperestî hatibûn binçavkirin daxuyanî dan û xwestin ku bên berdan.    Li Wanê, 4 xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê, bi armanca piştevaniya xwendekarên kurd ên Zanîngeha Akdenîzê ku êrişeke nîjadperestî li wan hatibû kirin, şermezar kiribûn. Ji ber vê şermezarkirinê polisan ew binçav kiribûn. Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê û Nûnertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Wanê, ji bo berdana her çar xwendekaran li avahiya ÎHD'ê ya bajar daxuyaniyeke hevpar dan çapameniyê. Sekreterê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçuk Balaban, Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Coşkûn Ustercî Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD'ê Hamdî Bayhan û Endamê Komeleya Çand, Huner, Mirovnas û Zanîstê (BASK-DER) Oktay Ozmaya tevlî daxuyaniyê bûn.    'XWENDEKAR NIKARIN BÊN BINÇAVKIRIN'   Daxuyaniya hevpar ku hatibû amadekirin ji aliyê Endamê MYK'a ÎHD'ê Hamdî Bayhan ve hat xwendin. Bayhan, diyar kir ku emniyetê ji bo girtina îfadeyê wan endamên BASK-DER'Ê Orhan ozkan, Okan Kaplan, Îsmaîl Hakkı Tûncer  û  Endamê Tora Piştevaniyê ya Herêmê Yûnûs Kuçuk Çelebî vexwendiye lê li Miduriyeta Polisan a Wanê hatine binçavkirin. Bayhan, da zanîn ku piştî binçavkirinê polisan bi ser mala xwendekaran de jî girtiye û amûrên wan desteser kiriye. Piştî agahî dayînê Bayhan, got ku xwendekarên êrişa nîjadperestî şermezar kirine nikarin bên binçavkirin û bang kir ku demildest bên berdan.      Piştî daxuyaniya hevpar Sekreterê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçuk Balaban û Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Coşkûn Ustercî jî axivîn û xwestin ku zextên li ser xwendekaran bi dawî bibin û xwendekarên di bin çavan de bên berdan.