Parlamenterê AKP'ê yê ku got 'Pirsgirêka kurd tune ye' hat protestokirin 2022-02-27 22:55:12 WAN - Xelkê Wanê di Civata Giştî ya Federasyona Komeleyên Wanê de bertek nîşanî Parlamenterên AKP'ê yê ku got, "Pirsgirêka kurd tune ye" dan.    Federasyona Komeleyên Wanê Civata xwe ya Giştî ya Giştî ya 6'emîn li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê li dar xist. Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Îrfan Kartal di Civata Giştî de axivî û got: "Ji sala 2002'yan ve li Tirkiyê pirsgirêka kurd tune ye, pirsgirêka terorê heye." Beşdarên civatê bi çepik û fîkandinê bertek nîşanî parlamenterê AKP'ê dan û prostesto kirin. Kartal ê AKP'yî neçar ma ku civatê terk bike.   AVCI: DIVÊ HER KES HEDÊ XWE BIZANIBE   Di civatê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Avci yê qeyûm tayînî şûna wî kirine axivî û bersiva parlamenterê AKP'ê da. Avci wiha got: "Qeyûm talan kirin e, xirab kirin e. Qeyûm îradeya gel binpê dike. Heke ku tu Wanî bî divê tu behsa qeyûm nekî. Wexta ku li hember vê zilmê ne sekinî, tu nikarî bejî 'ez Wanî me'. Divê her kes hedê xwe bizanibe. Em ji fikra her kesî re û nasnameya her kesî re hurmetê nîşan didin. Lê divê her kes mecbûr e ji fikra me re jî hurmetê nîşan bide. Tu kes nikare ji me re bide xeberan. Em qebûl nakin. Yê ku îro rabe bêje di vî welatî de pirsgirêka kurdan tine, îjar paşê jî bêje ez kurd im, yê ku ji bo azadiya xwe, ji bo şerefa xwe, yê ku ji bo rûmeta xwe têkoşînekê bide, tu ji wî re bêjî 'terorîst', ê tabî nayê qebûlkirin."    Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Wanê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê bertek nîşanî parlamenterê AKP'ê da.