ROJEVA 28'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-28 09:00:00 * Li Herêma Federal a Kurdistanê ku tundî, qetilkirin û tecawizkirina jinan herî zêde lê diqewime, jin amadekariyên 8'ê Adarê dikin. Endama RJAK'ê Jîno Reşîd, diyar kir ku li herêmê pêdiviya jinan bi piştgirî û yêkitiye heye û got: "Em ê bi rihê Clara Zetkîn, Hevrîn Xelef, Sakîne, Arîn û Viyanan li qadan bin.” * Rojnamegerên jin ên Amerîkî Lindsey Snell û Meghan Bodette ku şahidî ji şerê li Sûriyeyê û bandorên wê re kirin, diyar kirin ku mejiyê mêraniyê pêşî jin weke dagirkerî kir hedef, lê li Rojavayê Kurdistanê çarenûsa vî şerî bi jinên ku parastina xaka xwe kirin û nirxên şoreşgerî pêş xistin guherî.    * Otogara Navçeya Pasûrê ku qeyûm milyonek û 950 hezar lîre li serê xerc kir û rojekê jî nehat bikaranîn, dê ji ber hezana li zemîna wê veguhezînin navçeya Farqînê.   * Zîlan O., a ku fîgurek jina Zapatîsta û wêneyekî çekdarî yê jineke êzdî ku pitik li ber dilê wê ye li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kiriye. Derbarê Zîlanê de îdianameyek ku de ji 2 salan heta 5 salan cezayê hepsê jê re tê xwestin hat amadekirin.    * Parêzerê OHD’ê Vedat Ece ji bo girtiyên ku li Girtîgeha Tekîrdagê ketine greva birçîbûnê, bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk anî û got: “Heke midûrê girtîgehê di gotinên xwe yê çareseriyê de jidil be, bila daxwazên girtiya bîne cih.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 357'emîn de li ber Dadgeha Herêma Dîlokê berdewam bike.    * Danişîna 10'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser  rewşa girtiyên jin dê li ber Girtîgeha Bakirkoyê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00) ZINDÎ   * Odeya Bijîşkan a Enqereyê dê bi sernavê "Feqîrî pirsgirêka tenduristiya gelekî ye" civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Hewldana Ji Bo Roboskî Edalet dê di meha 122'yemîn a qetlîamê de li Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê daxuyanî bide. (13.30)   * Meclîsa Jinan a HDP'a Îzmîrê dê li navçeya semta Alsancakê starta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bide. (18.00)