Li Girtîgeha Baybûrtê heqaretên giran li girtiyên jin tên kirin 2022-02-28 12:01:37 ENQERE - Girtiyên edlî yên li Girtîgeha Baybûrtê, heqaretên giran û çêran li ser pateyên spî dinivîsin û diavêjin aliyê girtiyên jin. Her çend ku girtiyên jin ji bo pêşîlêgirtina vê rewşe serî li rêveberiya girtîgehê dabe jî, lê belê bersiva wan nehate dayîn.    Girtiya bi navê Ela Kamiş ku li Girtîgeha Baybûrtê tê ragirtin, di hevdîtina 24’ê sibatê ya bi xezûrê xwe Servet Kamiş de binpêkirinên li girtîgehê vegot. Ela Kamiş da zanîn ku binpêkirinên li girtîgehê birêkûpêk berdewam in û wiha got: “Girtiyên edlî ku li gorî me derheqê girtiyên siyasî de gelek agahî di destê wan de hene, li ser pateyên spî çêr û heqaretên giran nivîsandin û avêtin aliyê me. Me, ev mijar bi rêveberiya girtîgehê re parve kir û me gilî kir lê encamek jê derneket.”    ‘XETERE LI SER JIYANA ME HEYE’   Servet Kamiş jî diyar kir ku li qawîşa bûka wî tenê hevaleka wê heye û wiha domand: “Tê payîn ku hevala wê di demekî nêz de were berdan. Dê Ela bi tena serê xwe bimîne. Fikarên me ji bo jiyana wê hene. Bûka min gelek caran xwest ku veguhêzin girtîgeheke din lê ev daxwaza wê hat redkirin. Wek malbata wê, em binpêkirinên li girtîgehan li ser çapemeniyê dişopînin û ji ber jiyana wê fikarên me hene.”    Herî dawî jî Kamiş bang li parastvanên mafên mirovan, parêzer û siyasetmedaran kir ku ji bo şopandina binpêkirinan biçin Girtîgeha Baybûrtê.