Deriyên Îstînafê jî li malbata Şenyaşar hatin girtin 2022-02-28 12:34:01 DÎLOK - Malbata Şenyaşar, ji bo ku kurê wan Fadil Şenyaşar were berdan, li pêşiya Dadgeha Dadî ya Herêmî ya Dîlokê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatê xwest ku bi şandeya dadgehê re hevdîtinê bike lê belê ev daxwaza wan hate redkirin.  Di 14’ê hezîrana sala 2014’an de parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşarê hatibûn kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bûbû. Ji bo darizandina kujeran û berpirsyarên wê, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatê, çalakiya xwe îro li pêşiya Dadgeha Dadî ya Herêmî ya Dîlokê domandin.    Ji bo piştgirî û piştevaniya bi malbata Şenyaşar re, şandeyeke ji Nûnertiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Dîlokê îro çû serdana malbatê. Malbatê, şandeya OHD’ê bi vê pankartê pêşwazî kir: “Du zarok û hevjînê min li nexweşxaneyê qetil kirin! Lê kesek nehat girtin. Kurekî min ev 4 sal in bi fermana serdestan di hucreyeke yekkesî de tê girtin. Dixwazim ku kurê min di demekî herî nêz de were berdan! #ŞenyaşarAilesineAdalet edalet ji bo hemû her kesî!”    ‘ÊDÎ RONDIK DI ÇAVÊN DAYIKA EMÎNEYÊ DE NEMANE’    Di çalakiyê de li ser navê şandeyê, Nûnerê OHD’a Dîlokê Mûstafa Yalçin axivî û wiha got: “Weke OHD’ê em her tim li cem malbatê bûn. Ev bû 357 roj ku malbata Şenyaşar Nobeta Edaletê digire. Êdî rondikên çavên dayika Emînê ziwa bûn. Weke OHD’ê, daxwaza me ew e ku dawiyek li vê zilmê bê. Em ê heta dawiyê bi malbatê re bin.”   ‘TEKANE DAXWAZ, EDALET E’   Piştre jî parêzer Bulent Duran di serdanê de axivî û destnîşan kir ku hevjînê dayika Emîneyê li ber çavên wê hatiye kuştin. Duran, bi domdarî jî ev tişt anî ziman: “Travmayeke gelek xerab jiya û bênavber hêsiran dibarîne. Tekane daxwazeke vê dayikê heye ku ew jî edalete. Ev qîrîn, ji bo her kesî ye. Weke parêzerekî vê dozê, bûm şahidê vê pêvajoyê. Bi dehan faîl hatin diyarkirin lê belê lêpirsîna li Rihayê nameşe. Bi vekirî komkujî kirin. Ji wezîran heta walî û midûrên emniyetê, hemû kes bûn şahidên vê rastiyê. Lê daraz, yek gavekî pêşde navêje. Divê kujer bên aşkerakirin. Mafê azadiyê yê Fadil Şenyaşar jî binpê dikin.”    ‘DÊ EV QÎRÎN BI XWE RE EDALETÊ BÎNE’   Bi domdarî jî Duran da zanîn ku malbatê dixwest bi şandeya dadgehê re hevdîtinê bike lê ev daxwaz hatiye redkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Malbatê bi daxwaza berdanê serî li şandeyê da û nobeta xwe li vir didomînin. Lê şandeyê daxwaza hevdîtinê qebûl nekir. Dibe ku deriyên xwe girtibin lê belê di dawiya dawî de ev qîrîna dayika Emîneyê dê bi xwe re edaletê bîne. Divê hemû kes guh bide dengê wijdana xwe û xwedî li vî dengî derkeve. Em ê heta dawiyê jî parêzertiya vê dozê bikin û dê edalet pêk bê.”    Piştî axaftinan jî şandeyê heta demekî bi malbatê re nobet girt û piştre çû.