Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP’iyê ku got ‘Pirsgirêka kurd nîne’ da 2022-02-28 16:05:38 WAN - Hevserokê HDP’a Tûşbayê Hakki Cemal ê di çalakiya Nobeta Edaletê de axivî, bertek nîşanî gotina Îrfan Kartal ê AKP’î ya “Pirsgirêka kurd nîne” da.  Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 78’emîn de berdewam dike. Hevjîna girtiyê nexweş Îbrahîm Alkan ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin, Dîlşah Alkan û bavê Botan Tîmûr ê di heman girtîgehê de tê ragirtin, Kazim Tîmûr nobeta îro domandin. Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Navçeya Tûşbayê serdana Nobeta Edaletê kirin.    Hevserokê HDP’a Tûşbayê Hakki Cemal ê di çalakiya nobetê de axivî, diyar kir ku xwedî li Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dane destpêkirin derdikevin û binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan şermezar kirin. Cemal, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên di girtîgehê de û wiha got: “Di serî de hevala me Aysel Tûglûk divê hemû girtiyên nexweş bên dermankirin û bên berdan. Em dixwazin tecrîd jî demildest bê rakirin. Gelê kurd hemû hatiye tecrîdkirin. Heta ku tecrîd hebe wê aştî, demokrasî, edalet û hiqûq jî li welatê me tune be.”   ‘PIRSGIRÊKA KURD HEYE’   Cemal, bertek nîşanî gotina Parlamenterê AKP’ê yê Wanê Îrfan Kartal a “Pirsgirêka kurd nîne” ya li 6’emîn Civata Giştî ya Federasyona Komeleyên Wanê ku duh li Stenbolê hatibû lidarxistin, da û wiha axivî: “Heke li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd tune bûya, şerekî ku 40 sal in didome jî tune dibû. Pirsgirêka kurd heye û herkes jî dizane. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin li Tirkiyeyê tu pirsgirêk nayên çareserkirin. Heke pirsgirêka kurd were çareserkirin, wê aboriya welat baş be û aştî û demokrasî jî dê were. Hêvî dikim ku wê demildest ji vê rêya xelet vegerin û ji nû ve pêvajoyeke aştiyê bidin destpêkirin.”