ROJEVA 1'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-01 09:00:22 * Jina kedkar Meral Akdaş ku 297 rojan ji bo mafên xwe li ber Flormar Kozmetîkê li ber xwe da, niha jî li fabrîqeya Corazon Endûstriyel Ambalajê berxwedana xwe didomîne. Akdaş, dibêje ku dê têkoşîna 8'ê Adarê heta hetayê bidomînin.  * Rêvebera Şaxa DERÎTEKS a Îzmîrê Aysel Turan da zanîn ku bi ser 8’ê Adarê re 165 sal derbas bûn lê belê hêjta daxwazên wan nehatine pêşwazîkirin. Turan, got ku divê têkoşîna azadiyê ya jinan û têkoşîna kedê bi hev re bê meşandin.    * Girtiyên di Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê de ragihandin ku gardiyanan gef li wan xwarine û gotine: "Xweda û pêxemberê vir ez im." Girtiyan ragihand ku jimariya li ser pêyan li wan tê ferzkirin û bi şewitandina înfazê gef li wan tên xwarin.    * Parlementerê AKP'ê yê Wanê Îrfan Kartal, gotibû "meseleya kurdî tune ye." Waniyan bertek nîşanî Kartal dan û gotin: "Di nava civakê de tu qîmetek van kesan tune ye."   * Li Girtîgeha Tekirdagê ya Jimara 2'yan a Tîpa F'yê 43 roj in girtî ji bo bidawîbûna zext û zoriyan di greva birçîbûnê de ne. Malbatên girtiyan xwestin demildest daxwazên girtiyên di grevê de bên qebûlkirin.    * Çalakiya Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 358’emîn de berdewam bike.    * Danişîna 10’emîn a Doza Kobanê, wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê di roja duyemîn de berdewam bike. (10.00)   * Polîsên ji ber di êrişa li dijî mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîranê de îhmala wan hebû hatibûn darizandin, cezayê li wan hatibû birîn hatibû xerakirin. Danişîna doza polîsan dê li 14'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Amedê ji nû ve were lidarxistin. (10.00-17.00)   * Doza li siyasetmedarê kurd Mehmet Şirîn Tûnç hatiye vekirin wê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lidarxistin. (10.00-17.00)   * Rêxistinên jinan wê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajaran çalakiyan li dar bixin. (11.00-17.00)   * Malbatên girtiyan di roja 102’yemîn a Nobeda xwe ya Edaletê de wê li pêş Girtîgeha Amedê ya Tîpa D daxuyaniyê bidin. Çalakiya malbatan a li Wanê di roja 79’emîn ya Îzmîrê jî di roja 13’emîn de dê berdewam bike. (12.30)    * HDP û CHP dê komcivînên xwe li Meclisê li dar bixin. (12.45-13.30)    * Cîgira Serokê Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan dê li avahiya partiya xwe ya Mêrsînê li ser vebijêrka sêyemîn û tifaqa gel civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)    * Komeleya Şopandin û Lêkolîna Koçberiyê ya Mezopotamyayê, wê pêşangeha dawî ya xebatên Titularts a ku dane destpêkirin li dar bixe. (13.00)    * Şaxa ÎHD’ê ya Amedê rapora xwe ya salane ya têkildarî binpêkirinên mafan ên di sala 2021’an de li Bakurê Kurdistanê qewimîne dê li avahiya xwe eşkere bike. (13.00)    * Rakirina parêzbendiya Parlamentera HDP’ê Semra Guzel wê li Lijneya Giştî ya Meclisê bê nîqaşkirin. (15.00)