Waniyan bertek nîşanî Îrfan Kartalê AKP'î dan 2022-03-01 09:06:57 WAN - Parlementerê AKP'ê yê Wanê Îrfan Kartal, gotibû "meseleya kurdî tune ye." Waniyan bertek nîşanî Kartal dan û gotin: "Di nava civakê de tu qîmetek van kesan tune ye."  Parlementerê AKP'ê yê Wanê Îrfan Kartal di Desteya Giştî ya Asayî ya 6'an a Federasyona Komeleyên Wanê de gotibû: "Ji sala 2002'yan ve li Tirkiyeyê meseleya kurdî tune ye, meseleya terorê heye." Waniyan bertek nîşanî van gotinên Kartal dan. Waniyan diyar kir ku li bara civakê tu beranberiyek van kesan tune ye û gotin, meseleya herî mezin a Tirkiyeyê meseleya kurdî ye û muxatab jî li Îmraliyê ye.    TU QÎMETA VAN KESAN NEMAYE   Yûsûf Toplayici, anî ziman ku bi paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re li bara civakê tu qîmeta van kesan nemaye û got: "Ger kesek bibêje 'meseleya kurdî tune ye', ez şikê dibim ser bawerî û mirovatiya wî kesî. Mirov bi nasnameya xwe mirov e û ew kes xwedî nasnameyeke wisa ye ku xiyanetê li gelê kurd dike. Ev kes dixwazin kurdan xirab bikin û desthilatiya xwe bidomînin. Lê gelê kurd van kesên îxanetkar qebûl nake. Ev durîtî ye. Mifha wan li ku be, li wir in. Bi paradîgmaya Ocalan re êdî tu qîmeta van kesan di nava civakê de nemaye. Ev kes û îqtidara AKP'ê axirê wê biçin Îmraliyê û ji bo çareserkirina meseleya kurdî hevdîtinê bi Ocalan re bikin. Meseleya kurdî heye û cihê çareseriyê jî Îmralî ye."    ‘XIYANETÊ DIKE'   Haci Delen jî destnîşan kir ku wekîlê AKP'î xiyanet li mezin xwe kiriye. Delen, bibîr xist ku dewleta Tirkiyeyê di dema Îsmet Înonu de malbata Kartal sirgûnî Girava Yassiyê kiriye û got: "Îrfan Kartal çi zû ev ji bîr kiriye. Meseleya kurdî meseleya herî mezin a vî welatî ye. Kartal xiyanetê li nasname û warê xwe dike."    ‘WÊ NIKARIBE DAKEVE NAVA CIVAKÊ'   Şeref Akçakaya jî destnîşan kir ku meseleya kurdî meseleya herî girîng a vî welatî ye û got: "Ên bibêjin meseleya kurdî tune ye, qethiyen hiş berdane. Kurd tim hene û li her derî ne. Gelê kurd, miletekî birûmet e. Wê roj bê ev kes ji ber van axaftinên xwe nikaribin bikevin nava civakê."    Ezdan Şen jî got: "Em kurd bi hezaran salan li hemberî zilmê têdikoşin. Dayika Taybet, Mehmet Tûnç û gelekên din mînakên berbiçav in. Em dixwazin li axa xwe bi awayekî azad bijîn."    ‘SIYASETEKE PÛÇ'   Kamîl Gultepe jî siyaseta ku kurdan esas negire siyaseteke pûç e û got: "Bila bê em gelê kurd em ê meseleya kurdî bi berfirehî jê re bibêjin."    Kerem Ergul jî got: "Li cîhanê 50 milyon kurd hene û her yek ji wan li perçeyekî ye. Kurd ji bo azadiyê li her derî têdikoşin. Dewleteke li hemberî wê têdikoşin jî Tirkiye ye. Meseleya kurdî 40 sal in didome. Li vî welatî meseleya kurdî heye û divê bê çareserkirin. Gotina 'meseleya kurdî tune ye' şoveke siyasî ye."