Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de: Daxwazên girtiyan qebûl bikin 2022-03-01 09:07:40 STENBOL - Li Girtîgeha Tekirdagê ya Jimara 2'yan a Tîpa F'yê 43 roj in girtî ji bo bidawîbûna zext û zoriyan di greva birçîbûnê de ne. Xizmên girtiyan xwestin demildest daxwazên girtiyên di grevê de bên qebûlkirin.  Di 19'ê Kanûna 2021'an de li Girtîgeha Tekirdagê ya Jimara 2'yan a Tîpa F'yê girtî Vedat Erkmen bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû. Piştî Erkmen, gardiyanan êriş biribûn ser girtî Yasîn Eneç jî. Piştî vê girtî Mehmet Suleyman Ûcakan, Tûrhan Îlbaş, Huseyîn Karadaş, Habîb Guler û Ahmet Arîf  Yoyler di 17'ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Di 1'ê Sibatê de jî girtî Şahbettîn Ogut û Îlyas Yorgûn û Ahmet Altay û di 16'ê Sibatê de jî Ahmet Surme, Kûtbettîn Onûr û Yûnûs Konak jî tevli grevê bûbûn. Her wiha hat ragihandin ku 10 roj berê du girtiyên din ên navên wan nehatin hînbûn jî tevli grevê bûne.     Girtiyên di greva birçîbûnê de dixwazin binpêkirinên mafan, pêkanînên kêfî û bêhiqûqî, avêtina ser qawîşan û sirgûn bi dawî bibin.    Malbatên girtiyan, ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bang kirin.    TENDURSITIYA WAN XERAB DIBE   Munnever Çîçek, hevjîna girtiyê nexweş Kenan Çîçek ê di Girtîgeha Tekirdagê ya Jimara 2'yan a Tîpa F'yê de anî ziman ku hevserê wê ji ber ku hevjînê wê nexweş e nikaribûye tevli greva birçîbûnê bibe û xwest daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin. Çîçek, bilêv kir ku di hevdîtina dawî de rewşa hevjînê wê nebaş bûye û got: “Ger greva birçîbûnê wiha berdewam bike, dê rewşa tenduristiya wan xirabtir bibe. Em malbatên girtiyan em ê her tim li cem girtiyan bin."    BANGAWAZÎ   Çîçek, bang li rayedaran kir ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û got: “Em dibêjin bila daxwazên girtiya bi cî bînin û grev dawî bibe. Em dixwazin berî mirin çêbibe û nexweşî li girtiyan peyda bibe greva bi dawî bibe. Em ê her tim li hember zext û zoriyên li ser girtiyan rabin. Hê kesek jiyana xwe ji dest nedaye bila hin gav bên avêtin. Her wiha dibe nexweşînên giran jî li wan peyde bibin. Em naxwazin kes bimire. Bila hemû malbat jî xwedî li vê çalakiyê derkevin."    ‘JI KÊFA XWE NEKETINE GREVÊ’   Sevgul Karadaş, hevjîna Huseyîn Karadaşê di greva birçîbûnê de jî anî ziman ku girtiyên siyasî bi awayekî bêhiqûqî hatine girtin û got: “Li girtîgehê zilmê li girtiyan dikin. Girtiyê me bê sûc in. Qet nebe bila di girtîgehê da rehetiyê bidin wan, tahdeyê li wan nekin. Bila daxwazên wan bînin cih. Bila tahde bi dawî bibe. Êdî bila raya giştî jî bêdeng nemîne, bila xwedî li girtiyan derkeve. Ev kes ji kêfa xwe neketine grevê. Girtî dixwazin tahde û zextên tên kirin bi dawî bibin. Êdî bes e, bila xilas bibin ew îşkence û zextên li ser girtiyan.”   RAYA GIŞTÎ BILA BIBE DENGÊ MALBAT Û GIRTÎYAN   Rûtbettîn Ûcakan, birayê girtî Suleyman Ûcakan ê di greva birçîbûnê de jî bang li Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD), baroyan û partiyên siyasî û hemû sazî û dezgehên têkildar kir û got: “Bila her kes bi hestiyarî nêzî vê grevê bibe. Dê dawî nebaş be. Berî ku rewş ber bi nebaşiyê ve biçe, bila hin gav bên avêtin. Em dixwazin demildest daxwazên wan bên qebûlkirin. Divê raya giştî jî bibe dengê malbat û girtiyan. Bila hemû kes bi hêstên mirovanê nêzî vê bibe, da em karibin derd û pisgirêkên xwe bînin ziman.”