Hevşaredarê berê yê Yenîşehîrê Kurbanoglu hat girtin 2022-03-01 14:42:34 AMED - Hevşaredarê Yenîşehîra Amedê Mehmet Selîm Kurbanoglu ji doza dihat darizandin, 10 sal û 6 meh ceza lê hat birîn û hat girtin.    Hevşaredarê Navçeya Yenîşehîra Amedê Mehmet Selîm Kurbanoglu yê dema berê bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” dihat darizandin. Danişîna doza Kurbanoglu li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Kurbanoglu û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Dadger di çarçoveya mutalaya dozger de 10 sal û 6 meh ceza li Kurbanoglu birî û biryara girtina wî da. Piştî biryarê polîsan dora Kurbanoglu dorpêç kir û wî birin Girtîgeha Amedê.