Şandeyeke jinan ji bo piştgiriyê çûn serdana Emîne Şenyaşar 2022-03-01 16:30:48   RIHA - Şandeyeke ji pêkhaateyên Platforma Jinan a Rihayê pêk dihat, çû serdana Emîne Şenyaşar ku nêzî saleke li pêşiya Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digire.    Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14'ê hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûbû, bi daxwaza edaletê di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Nobeda malbatê di roja 358'emîn de didome. Şandeyeke pêkhateyên Platforma Jinan a Rihayê bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çû serdana Emîne Şenyaşar. Malbatê, mêvanên xwe li qada ku weke “Kuncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê zanîn bi dowîza “Em edaletê dixwazin” pêşwazî kir.    ‘EM BI MALBATÊ RE NE’   Di serdanê de Seroka Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê Nahîde Polat axivî û got ku wan xwest bi munasebeta 8’ê Adarê biçin serdana Emîne Şenyaşar. Polat, da zanîn ku çalakiya Emîne Şenyaşar dê hefteya pêşiya me salekî li pey xwe bihêle û wiha domand: “Weke pêkhateyên Platforma Jinan a Rihayê, em li dijî zilmê ne û dê her tim li cem dayikan cih bigirin. Daxwaza edaletê ya dayika Emîneyê di havîn û zivistanan de bênavber domiya. Heta ku edalet pêk tê û kesên di vê komkujiyê de cih girtine tên darizandin, em ê bi dayika Emîne re bin.”   Emîne Şenyaşar jî ji bo serdanê spasiya şandeya jinan kir û neheqiyên di roja sêşemê û di dema Nobeta Edaletê de li wan hatine kirin vegot. Şande, heta demekî beşdarî nobetê bû û piştre jî çû.