Şahidê doza Tûnç: Min bi zora polis îmze kir 2022-03-01 16:35:52   AMED - Di doza ku Alîkarê Hevserokên Giştî yên BDP'ê Mehmet Şîrîn Tûnç de şahidê hat guhdarkirin, diyar kir ku îfadeyên wî yên derbarê Tûnç de ku li emniyetê hatine amadekirin, bi zora polisan îmze kiriye.    Danşîna doza ku derbarê Alîkarê Hevserokên Giştî yên BDP'ê Mehmet Şîrîn Tûnç ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de tê darizandin de hatibû vekirin, li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Tûnç berdayî tê darizandin li Edliyeya Bayindir a Îzmîrê bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû û parêzerê wî Cemîle Tûrhalli Balsak li danişînê amade bû.    Danişînê, bi parastina Tûnç a derbarê doznameya ku li gorî îfadeyên şahidên nepen ên bi navê H. Ş. û Ş.E. bi angaşta "endamtiya rêxistinê" ji aliyê Serdozgeirya Komarê ya Edenê ve derbarê wî de hatiye amedekirin dest pê kir. Tûnç, diyar kir ku weke Alîkarê Hevserokên Giştî yên DBP'ê xebatên xwe didomîne û gotinên şahidên nepen H. Ş. û Ş.E. yên derbarê xwe de qebûl nekir.    GOTINÊN ŞAHIDAN   Piştre şahidê nepen H.Ş. ku li Edliyeya Edenê bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû hat guhdarkirin. H.Ş. diyar kir ku îfadeyên wî yên li emniyetê hatine girtin ne yên wî ne û ev tişt got: "Bi tu awayî ev gotin ne yên min in. Gotinên derbarê şexs de ne yên min in. Min îfadeyeke wiha nedaye. Dema ez li emniyetê bûm ji bo bi zorê îmze bikim zextê li min kirin. Ez jî neçar mam û îmze kir."   Şahidê nepen ê din Ş.E. jî ji ber ku vexwendina ku çûbû navnîşana wî hatibû vegerandin nehat guhdarkirin.    Dozger jî heyeta dadgehê mafê axaftinê dayê, got ku wê derbarê parastina bersûc, gotinên şahid û belgenameyên ku hatine xwendin de tiştek nebêje.    PARASTINA PARÊZER    Parêzer Balsak jî parastin kir û xwest ku şertê kontrola edlî ya derbarê muwekîlê wî de ji ber rewşa wî ya teduristiyê bê rakirin. Her wiha Balsak, da zanîn ku axaftinên bi telefonê yên muwekîlê wî şaş hatine wergerandin û daxwaz kir ku lêkolîna pispor li ser axaftinên muwekîlê wî bê kirin.    DANIŞÎN TALOQ BÛ   Piştî guhdarkirina şahidên nepen, dozger û parastina Tûnç û parêzer Balsak heyeta dadgehê, biryar da ku şertê kontrola edlî ya derbarê Tûnç de bê rakirin, ji bo tespîtkirina navnîşana şahidê nepen Ş.E. ji hêzên ewlehiyê re muzakere bê nivîsandin û girtina îfadeya wî ya bi segbîsê ferman bê nivîsandin. Heyeta dadgehê, daxwaza ji bo lêkolîna pispor jî qebûl kir û danişinê taloqî 14'ê hezîranê kir.