Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn 2022-03-01 17:01:06   ENQERE - Derheqê 3 jinên girtî de bi hinceta ku beşdarî greva birçîbûnê bûne, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Di 3’yemîn danişîna dozê de şandeya dadgehê biryara beraetê da.    Bi mebesta bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ketibûn greva birçîbûnê. Bi sedema ku beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûne, dozgeriyê derheqê Newroz Mûçel, Fatma Aslan û Suheyla Taş de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz vekiribû. 3’yemîn doza danişînê îro li 18’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate dîtin.    Danişîna dozê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Her sê girtiyên jin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Parêzerê girtiyan jî di danişînê de amade bû.    BIRYARA BERAETÊ   Di danişînê de jinên girtî parastineke kurt kirin û piştre jî şandeya dadgehê ji bo her sê jinan biryara beraetê da.