Dê OHD ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê bide 2022-03-02 11:50:49   STENBOL - Hevseroka Giştî ya OHD'ê Îlknûr Alcan, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan veguheriye îşkenceyê û agahî da ku wê di rojên peş de ji bo bi Ocalan re hevdîtin bikin wê serî li Wezareta Edaletê bidin.      Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi salan e li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin. Saleke ji Ocalan agahî nayê girtin û destûr nayê dayîn ku bi malbat, vasî û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Parêzerên Ocalan, di 22'ê sibatê de bi raporekê aşkera kiribûn ku pergala tecrîdê veguheriye îşkenceyê. Wefa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem(ÇHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî tevlî daxuyaniya ku rapora Îmraliyê lê hatibû aşkerakirin bûbûn û bertek nîşanî tecrîdê dabûn.    'TECRÎDA LI SER OCALAN BINPÊKIRINA QEDEXEYA ÎŞKENCEYÊ YE'   OHD'ê ku beriya niha ji bo bidawîkirina îşkenceya sîstematîk a li hemberî Ocalan bi kampanyeyekê ji 768 parêzeran îmze kom kiribû, amadekarî dike ku ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê bide. Hevseroka Giştî ya OHD'ê Îlknûr Alcan, derbarê serlêdana ku wê bikin de axivî û nirxandinan kir. Alcan, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye û wiha got: "Pêkanînên ku tên kirin êdî berdewam îşkenceyê ne û bûne daîmî. Bi biryarên gelek dadgehan derketiye holê ku ev rewş îşkence ye. DMME'ê jî vê tespît kiriye. Parêzer û malbata Ocalan jê agahî nagirin û derbarê tenduristiya wî de ne xwedî agahî ne. Ev tecrîd ji roja ku Ocalan anîne Îmraliyê didome."   PERGALA ZEXTÊ    Alcan, da zanîn ku armanca tecrîda li ser Ocalan ji holê rakirina têkilî danîna Ocalan a bi civakê re ye û ev tişt got: "Êdî tecrîd belavî tevahiya jiyanê bûye. Bi zêdekirina tecrîdê hewl didin pergala zextê li tevahiya qadan belav bikin. Bi vê hem pêşî li aştiyê digirin hem jî pêşî li kes, sazî û muxalefetê digirin. Ji bo berdewamkirina hebûna xwe tecrîdê didomînin. Îro nehatina aştiyê dibe sedema peydabûna aborî, perwerde û çandeke din. Ferqa di navbera welatên ku bi demokrasî û hiqûqê tên birêvebirin û welatên ku bi pergala zextên tên birêvebirin gelek e."   SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINÊ   Di berdewamê de Alcan, bi bîr xist ku bi kampanyeyekê ji bo rakirina tecrîdê ji 768 parêzeran îmze kom kirine û wê hewldanên wan ê ji bo rakirina tecrîdê bidomin û ev agahî dan: "Weke Hevserokên Giştî yên OHD'ê di rojên pêş de ji bo ku bi birêz Ocalan re hevdîtin bikin em ê serî li Wezareta Edaletê bidin. Her wiha wê parêzerên li şaxên me qeydkirî jî ji bo heman mijarê serlêdan bikin. Heke ev pêk neyê jî wê parêzer di ser baroyan de hewl bidin ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin. Berpirsyariyên baroyan jî hene. Ji bo holê rakirina vê pirsgirêkê divê hewldanên baroyan jî hebin."   'EM Ê BIŞOPÎNIN'   Alcan, destnîşan kir ku mekanîzmayeke ku vê bêhiqûqî û rewşê deyne holê tuneye û ev tişt got: "Salek e bi tu awayî bi birêz Ocalan re hevdîtin nayên kirin. Parêzer nikarin îtîraz bikin. Di vê pêvajoyê de pêşî li vê hatiye girtin. Weke saziyeke hiqûqê ji bo ku ev pergal demildest bi dawî bibe em ê serlêdanên xwe bidomînin. Weke beriya niha em ê vê pêvajoyê bişopînin."   MA / Mehmet Aslan